Amerîka: Divê hemû welat welatiyên xwe ji Sûriyê werbigirin

02-07-2023
RÛDAW
Nîşan Denmark Amerîka Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser HSD DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Denmarkê 3 welatiyên xwe ji kampên li Rojavayê Kurdistanê vegerandin. Herwiha Amerîka bang li hemû welatên ku welatiyên wan li kampên Rojavayê Kurdistanê ne kir û got “Divê hemû welat, welatiyên xwe ji Sûriyê werbigirin.”

Denmarkê roja înê jinek û 2 zarokên endamên malbatên DAIŞê ji kampên li Rojavayê Kurdistanê vegerandin.

Amerîkayê ji ber vegerandina wê jinê û du zarokên wê ku di kampeke Rojavayê Kurdistanê de bûn, spasiya Denmarkê kir.

Amerîkayê herwiha daxwaz ji welatên din jî kir ku bi heman awayî welatiyên xwe yên li kampên Rojavayê Kurdistanê vegerînin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller daxuyaniyek belav kir û tê de ji ber rola wê ya çareserkirina rewşên mirovî spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir.

Herwiha Miller got “Dewletên Yekbûyî piştgirî da vegerandina Danîmarkê û amade ye ku di hewildanên wan ên vegerê de alîkariya welatên din bike.”

Miller di beşeke din a daxuyaniya xwe de amaje bi wê yekê dike ku nêzîkî 10 kes kes, ku piraniya wan zarokên xizan ên bin 12 salî ne, ji zêdetirî 60 welatan, li kampên Hol û Roj ên Rojavayê Kurdistanê mane û wiha berdewam kir “Vegerandin ji bo vê nifûsê tekane çareseriya mayînde ye. Amerîka berdewam e li ser kar bi welatên cîhanê re li ser vegerandina hemwelatiyên wan, bi taybetî xelkên xizan, ji kampên awareyan li Sûriyê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst