Li Geverê dirûna giya dest pê kir

09-07-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Colemêrg Dirûna Giya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê her ku diçe pileyên germê zêdetir dibin, lê gundî neçar in ku di bin van pileyên zêde yên germê de karê xwe bikin. Yek ji karê herî zehmet di vê demsalê de dûrîna giya ye. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dûrîna giya dest pê kiriye.

Li nizar û berojên gundê Geverê deng dengê çekûk û sindanan e, pale tirpanên xwe dikutin paşê bi karxîtan tûj dikin. Li gundê Kêlbanê ya Geverê ye, hewla paleyan ji bo amadekariyên zivistanê ne. li vî gundî û gundên devûberê hûr û gir herkes di vê werzî de berê xwe didin dûryangan û giya didûrîn.

Pale Metîn Geverî dibêje “Em giya zû didûrin û giya tov nade, dema giya tovê xwe newerîne sal bo sal giya kêm dibe, tê bîra min her paleyekî 100-150 texê giya didûrîn. Berê pale jî hebûn car hebû ku em 12 pale dihatin giya dirûnê. Me li çiya zehf giya didûrî lê niha pale tine. mecbur em didûrin.”

Li gundan her malekê parêz û dûrangên xwe hene, car caran jî gundî ji bo dûrîna giya dikin zibare wate alîkariya hevdû dikin.

Pale Xebat Erîşmîş got “Serê sibê zû em tên, karekî zehmet e, hewa germ e û ez li dû du tirpankêşan giya kom dikin yên berê zîrektir bûn ez bêjim niha em bêxîret bûne tirpankêşên me jî zîrek in û nawestin.”

Li dû tirpankêşan yaxançî laseyên giya kom dikin giya dibe texe û piştî hişk dibe tê girêdan û li cihekî destnîşan kirî tê kom kirin.

Pale Nahît Şener diyar kir “Ciwanên vî zemanî kar nakin, dibêjin kar tine, yan jî kar nakin, lê kar heye, li devera me tirpankêş kêm in hefteye ez lê digerim heya min ji bo 3 rojan pale peyda kirine ew jî xwe dinazînin.”

Gundî beşek giyayê ku dûrîne ji bo ajelên xwe dikin dihî û zivîstanê didin ajelan, beşa din jî difiroşin ku îsal texeke giyayê dêmî 20 heta 25 lîreyan giyayê deştê jî derdora 18 lîreya ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst