Gever - Jina ku ket valahiya asansorê canê xwe ji dest da

20-10-2024
RÛDAW
Nîşan Gever Colemêrg Hulya Duzen Emîrhan Duzen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jinek ket valahiya asansorê û mir, hevjînê wê yê ku xwest wê bigire jî birîndar bû.

Danê şevê li taxa Yeşîldereyê ya Geverê jineke bi navê Hulya Duzena 49 salî dema şîv ji hevjînê xwe re bir ku di avahiyeke 2 qatî de bekçîtî dikir, hevsengiya xwe ji dest da û ket valahiya asansorê.

Hevjînê wê Emîrhan Duzenê ku xwest hevjîna xwe bigire jî ket heman cihî û her du birîndar bûn.

Li ser agahdakririnê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Hulya Duzena ku giran birîndar bûbû li nexweşxaneyê tevî hewldanên bijîşkan jî mir.

Her wiha Emîrhan Duzenê birîndar jî li heman nexweşxaneyê tê dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst