Li Hesekê 3 şaredarî hene lê rewşa xizmetguzariyê li bajêr xirab e

09-07-2019
RÛDAW
Tevî ku i Hesekê 3 şaredariyên Rêveberiya Xweser hene, lê rewşa xizmetguzariyê li bajêr xirab e û welatî gazinan dikin.
Tevî ku i Hesekê 3 şaredariyên Rêveberiya Xweser hene, lê rewşa xizmetguzariyê li bajêr xirab e û welatî gazinan dikin.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Heseke Rêveberiya Xweser Şaredarî Xizmetguzarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê ser bi herêma Cizîreya Rojavayê Kurdistanê, ku piraniya bajêr di destê Rêveberiya Xweser de ye û li navenda bajêr Çarçoveya Ewlehiyê di destê hikûmeta Sûriyê de ye, kerta avahîsaziyê geş bûye. Lê di heman demê de kêmanî, pirsgirêk û kêşeyên kerta xizmetguzariyê hene û gazinên xelkê di vî warî de hene.

 

Li piraniya bajar û bajarokê Rojavayê Kurdistanê, kerta avahîsaziyê geş bûye û vê yekê jî bandora xwe bi awayekî erênî li ser dîmenên bajaran kiriye û di heman demê de jî, bandora xwe li ser aboriya deverê kiriye. Lê di heman demê de jî xelkê navçeyê, bi taybet xelkê bajarê Hesekê, gazinan ji kêmbûna xizmetguzariyan dikin û daxwaz dikin, ku pirsgirêkên wan bêne çareserkirin û rewşa wan baştir bibe.

 

Li gorî zanyariyên taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê, 3 şaredariyên ser bi Rêveberiya Xweser li Hesekê hene, ew jî: Şaredariyên Rojhilat, Rojava û Başûrê Hesekê ne.

 

Avakirina xanî û milkên bazirganî li wî bajarî, bi awayekî berbiçav, di geşbûnê de ye. Li gorî rênimayên Rêveberiya Xweser, qedexe ye ku qada çarem, di avahiyekê de bê avakirin, lê hinek caran serpêçî di vî warî de tê dîtin.

 

Avakirin bêhtir li ser rêyên sereke heye, lê li kolanên nav tax û malan avahiyên 3 qad kêmtir in.

 

Li gor zanyariyên taybet bi Rûdawê, keresteyên avakirinê, ji reml, hesin û çîmentoyê peyda dibin û ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin.

 

Gazin ji kêmbûna destê kar heye, ji ber ku gelek karkerên vî warî derketine derveyî bajar.

 

Li kêleka geşbûna avakirinê, karê xizmetguzariyê di kêmasiyan de ye û gazina welatiyan jê heye, weke mînak kalîteya nan gelekî xirab e.

 

Pakkirina kolanan û barkirina zibaleyê di heftiyê de, tenê 2-3 caran bi xemsarî tê kirin û gelek kêmasî, di vî warî de peyda dibin.

 

Av ji sala 2011an ve, her sê rojan roja çarem 12-13 demjimêran, li hinek taxan peyda dibe, lê hinek taxên din bê av dimînin.

 

Rewşa elektrîkê ji berê baştir e, bi awayekî ku her rojê nêzîkî 20 demjimêran, hêla fermî ya elektrîkê heye û kêm caran ew bê elektrîk dimînin.

 

Rêyên sereke têne çaksazkirin û ziftkirin, lê rê û kolanên li nav taxan xirab in û pêwîstiya wan bi çaksazkirinê heye, heta niha jî ti plan ji bo vê yekê nîne.

 

Proseya avakirinê li piraniya taxên Hesekê çalak e. Hevdem ligel wê avakirinê, kerta xizmetguzariyê di kêmasiyan de ye. Sedema wê yekê jî ew e ku şaredariyên wî bajarî li gorî pêwîst, weke ku welatî dibêjin, karê xizmetguzariyê nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst