Li Silêmaniyê kesek li nêzîkî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê rastî êrîşa çekdarî hat

09-06-2023
RÛDAW
Bajarê Silêmaniyê
Bajarê Silêmaniyê
Nîşan Silêmanî Komeleya Karkerên Mezopotamyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî ofîsa Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li bajarê Silêmaniyê teqe li kesekî hat kirin û li gor zanyariyan hatiye birîndarkirin.

Çavkaniyekî ji Asayîşa Silêmaniyê îro Înê 9ê Hezîrana 2023an ji Rûdawê re ragihand, li pêşberî avahiya ofîsa Komeleya Karkerên Mezopotamyayê li ser cadeya 60 metrî ya bajarê Silêmaniyê teqe li endamê komeleyê Huseyin Arasan hatiye kirin.

Li gor heman çavkaniyê, di encama gulebaranê de ew kes birîndar bûye û bo Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê hatiye veguhastin.

Hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji şahidên bûyerê wergirtine, kesê ku îro li Silêmaniyê teqe li wî hatiye kirin, navê wî Heval Hisên û 40 salî ye, herwiha du gule li laşên wî ketine.

Piraniya endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê ji Bakurê Kurdistanê ne û beşdarî di çalakiyên sivîl, xwepêşandan û protestoyên taybet bi desteserkirina rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan de dikin. Ew rêxistin weke rêxistineke nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê hesibandin.

Par jî di 17ê Gulanê de Serokê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Zekî Çelebî ku li bajarê Silêmaniyê xwediyê xwaringehekê bû, rastî êrîşeke çekdarî hatibû û şeva 18ê Gulanê li Nexweşxaneya Şar jiyana xwe ji dest dabû.

Mehmet Zekî Çelebî xelkê navçeya Erdîş a Wanê bû û nêzî 12 salan bû li Başûrê Kurdistanê bajarê Silêmaniyê dijiya.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst