Silêmanî: Otomobîlek hate bombebarankirin, 3 kesan canê xwe ji dest da

11-08-2023
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Bombebaran Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê nahiyeya Nalparêzê ragihand, li ser rêya Miley Nelme dronekê otomobîlek bombebaran kir û 3 kesên tê de canê xwe ji dest da.

Rêveberê nahiyeya Nalparêzê ya Silêmaniyê Hêmin Îbrahîm ji Rûdawê re got, di bombebaranê de 3 kes mirine û hêzên ewlehiyê çûne cihê bûyerê û wan dest bi lêkolînê kiriye.

Hêmin Îbrahîm destnîşan kir ku heta niha nayê zanîn ku kesên canê xwe ji dest daye mêr in yan jin in, “ji ber ku bi tevahî şewitîne.”

“Otomobîl jî bi temamî şewitiye”

Hêmin Îbrahîm li ser bombebarana dronê herwiha got:

“Bê guman bombebaran bi dronê bûye, ji ber ku li ser rê şop hiştiye û rê qul kiriye.

Otomobîl jî bi temamî şewitiye.”

Hêmin Îbrahîm da zanîn ku di dema bombebaranê de otomobîlên din jî li wir bûne lê zerar negihîştiye wan û ji cihê bûyerê dûr ketine.

Roja çarşemê li ser rêya Dûkan-Xelekanê jî otomobîleke ku 2 kes tê de bûn bû armanca firokeyên bê firokevan ku kesekî tê de canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst