Hewlêr (Rûdaw) - ENKS beşdarî merasîma ragihandina Kabîneya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê nabe.
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza got, “Em nabin beşek ji hikûmeteke ku mafên gelê me nas nake.”
Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) piştrast kir ku ew beşdarî merasîma ragihandina Kabîneya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê nabin ku ji 22 wezîran pêk tê.
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Sîma Abxizirê bersivandin.
Neşet Zaza ragihand ku wan ti dan û standin bi hikûmeta nû re nekirine û ew beşdarî hikûmeteke ku mafên gelê Kurd wekî duyemîn neteweya herî mezin li Sûriyeyê nas nake û mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de garantî nake, nabin.
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza got:
“Hikûmeta demkî bêyî ku bi ENKSyê bişêwire hat ragihandin û ev cara sêyem e ku Kurd tên piştguhkirin.
Piştî ragihandina Destûra demkî, niha jî hikûmeta nû bêyî dan û standina bi Kurdan re tê avakirin.”
Neşet Zaza amaje pê kir ku kesayetên Kurd ên ku di hikûmeta nû de bên tayînkirin, “dê bi îhtimaleke mezin wekî Omer Osê û Perwîn bin ku ew kesayet ji daxwazên gelê Kurd dûr in”.
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza anî ziman:
“Em tekez dikin, em nabin beşek ji hikûmetekê ku mafên gelê me nas nake.
Em qebûl nakin ku bibin şahidên derewan li ser hikûmetekê ku em dibînin ji yên berê cudatir nabe, dibe ku xirabtir be.”
“Şexs hatin vexwendin”
Zaza li ser vexwendinnameyên ku ji ENKSyê re hatine şandin jî got:
“Vexwendinname ne ji ENKSyê re, ji hinek kesayetên Kurd re hatine şandin ku postên bilind di nav ENKSyê de digirin.
Di nav wan de Ebdulhekîm Beşar jî heye lê biryara ENKSyê zelal e ku beşdar nabe.”
Neşet Zaza tekez kir ku ENKS dê heta mafên Kurdan û daxwazên wan di Destûra nû ya Sûriyeyê de neyên naskirin beşdarî hikûmetê nebe.
Zaza eşkere kir ku 2 faktorên sereke li pişt piştguhkirina Kurdan a di pêvajoya siyasî de hene û da zanîn:
“Ya yekem zexta xurt a Tirkiyeyê ya li ser desthilata nû ye ku bandoreke mezin li ser pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê dike û hikûmetê mecbûr dike ku pirsgirêka Kurdan piştguh bike.
Faktora duyem, ramana neteweyî ya serwer a li cem kesayetên bibandor ên di hikûmetê de ye ku hîn jî bi heman zihniyeta berê li pirsgirêka Kurdan dinêrin.”
Peyman Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer
Zaza amaje pê kir ku peymana ku di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de hatiye îmzekirin, peymaneke leşkerî bû ne ya siyasî û anî ziman:
“Ew peyman bi rêxistinên leşkerî yên li qadê ve girêdayî ye û ti bandora wê li ser pêvajoya siyasî yan jî beşdariya Kurdan a di hikûmeta nû de nîne.”
Neşet Zaza da zanîn ku tevgera siyasî ya Kurdî, bi hemû aliyên xwe ve çi ENKS, çi partiyên Rêveberiya Xweser yan jî partiyên din ên li derveyî van bi yekdengî li ser pêwîstiya helwesteke yekgirtî ya Kurdî û dîtineke siyasî ya zelal ku daxwazên gelê Kurd nîşan dide, diaxivin.
Neşet Zaza amaje pê kir ku ev nêrîn dê di demeke nêzîk de were ragihandin.
Derbarê yekîtiya siyasî ya di navbera ENKS û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de Neşet Zaza tekez kir ku bipêşveçûneke mezin di pêvajoyê de heye û got:
“Piraniya xalên cuda hatine derbaskirin û tenê ragihandina fermî ya peymana dawî maye.”
Zaza eşkere kir ku ji bo garantîkirina beşdariya hemû aliyên siyasî yên Kurdî hinek pêşengî hene.
Neşet Zaza tekez kir ku peymana siyasî dê di demeke nêzîk de ji raya giştî ya Kurdan re were pêşkêşkirin û piştre dê ji bo dan û standinên li ser mafên gelê Kurd ew şandeyekê bişînin Şamê.
Kongreya Neteweyî ya Kurdî
Zaza eşkere kir ku ENKS beşdarî Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê nebûye.
Neşet Zaza amaje pê kir ku ENKSyê hêvî dikir ku tevgera siyasî ya Kurdî bi tevahî kom bibe û mijarên siyasî bi yekdengî gotûbêj bike beriya ku biçe kongreyekê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse