SILÊMANÎ - Karkerekî ji Rojhilatê Kurdistanê li ser kar canê xwe ji dest da

16-09-2023
RÛDAW
Nîşan Silêmanî Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Silêmaniyê karkerek dema ku dixebitî ket û canê xwe ji dest da.

Karker ciwanekî 25 salî ye û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Serokê Sendîkaya Karkerên Kurdistanê ya Silêmaniyê Çalak Reûf ji Rûdawê re ragihand:

“Di dema çêkirina Parka 77ê ya Silêmaniyê de karkerek ket û canê xwe ji dest da.

Çalak Reûf diyar kir ku navê wî karkerî Wehîd Ewdal e (25) û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye lê heta niha nediyar e ji kîjan bajarî ye.

Serokê Sendîkaya Karkerên Kurdistanê Silêmaniyê ragihand ku di vê mehê de ev cara duyem e ku li Silêmaniyê karker canê xwe ji dest didin û got:

“Yek ji sedemên mirina karkeran nebûna pêdiviyên ewlehiya karkeran e ku divê ji aliyê xwediyên projeyan ve were dabînkirin. Carinan sedem karker bi xwe ne ku xwe naparêzin.”

Cenazeyê Wehîd Ewdal ji bijîşkiya dadwerî ya Silêmaniyê re hat şandin.

Li gorî amarên Yekîtiya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê heta meha borî 30 karkerî canê xwe ji dest daye û 24 karker jî birîndar bûne.

Herî zêde li Silêmaniyê karkeran canê xwe ji dest daye

Heta niha herî zêde li Silêmaniyê karkeran canê xwe ji dest daye ku 13 kes in.

Piştî Silêmaniyê li Germiyanê 8 karker, li Hewlêrê 7, li Duhokê karkerek û li Zaxoyê jî karkerekî canê xwe ji dest daye.

Li gorî amarên Yekîtiya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê di 6 salên borî de hejmara karkerên ku li ser kar canê xwe ji dest daye wiha ye:

- Sala 2022yan: 41 karkeran canê xwe ji dest da

- Sala 2021ê: 37 karkeran canê xwe ji dest da

- Sala 2020î: 35 karkeran canê xwe ji dest da

- Sala 2019an: 38 karkeran canê xwe ji dest da

- Sala 2018an: 25 karkeran canê xwe ji dest da

- Sala 2017an: 16 karkeran canê xwe ji dest da

- Sala 2016an: 62 karkeran canê xwe ji dest da

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst