Amed (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di her cejnê de derdora 160 ton şîranî tê xwarin.
Herî zêde jî qedayifa Amedê tê xwarin ku di 4 rojên cejnê de herî kêm 100 ton qedayif tê firotin.
Li Amedê hûr û gir jî tê de 340 kargehên şêraniyê hene.
Çend roj in kargehan rêjeya hilberîna xwe ji sedî 50, li hinek kargehan jî ji sedî 100 zêde kiriye.
Li kargehên Amedê 40 cure şîranî tên çêkirin, ya herî naskirî jî qedayifa bi rêsî û peqlewe ye.
Çend sal in cureyê peqleweya sar jî li van şîraniyan zêde bûye.
Berpirsyarê hilberînê yê kargehekê Sedat Elhakan got:
“Niha sê vardiya dixebitin. Li kargeha me di her vardiyayekê de 6 kes tenê di beşa qedayîfê de dixebitin.
Em hema hema rojê 2 ton û nîv û 3 ton qedayîf çêdikin.
Înşallah em muşteriyên xwe memnûn dikin. Ji bo ku xweş çêbe, çi ji destê me tê em dikin.”
Serjimêriya Amedê gihiştiye derdora 2 milyonî.
Di 4 rojên cejnê de rojane herî kêm 40 ton şîranî tê xwarin.
Rêjeyeke zêde ya şîraniyan jî ji welatên Ewropayê û bajarên Tirkiyeyê re tên şandin.
Birêvebira Giştî ya Hilberîna Şîraniyê Fîgen Gulê jî anî ziman:
“Di cejnên berê de 160 ton şîranî dihatin çêkirin, dîsa wisa ye.
Ji vî 160 tonî 100 ton qedayîf e, 60 ton jî peqlewe û cureyên wê ne.
Li Diyarbekirê ev qas ton tê xwarin.
Di cejnê de jî em ji Diyarbekirê 20-30 tonî dişînin derve.”
Di cejnan de xwarina şîraniyê di nava Kurdan de bûye kevneşopiyek.
Nexasim jî xwarina qedayîfê, helbet peqlewe jî cureyeke sereke ya şîraniyê ye ku piraniya Kurdan jê hez dikin.
“Ez ji peqleweya sar hez dikim”
Şêniyê Amedê Evdilmelîk Seheroglu:
“Ez ji peqleweya sar hez dikim.
Mala wan ava be yên ku ev şîranî çêkirine.
Ji me re baş e. Tama wê pir xweş e.”
Welatiyê bi navê Mihemed Huseyîn da zanîn:
“Ez bi taybetî ji bo mêvanan 6-7 kîloyan dikirim.
Di her cejnê de 9-10 kîloyan dikirim.”
Hesedîn Gumuş jî behsa peqleweyê kir û anî ziman:
“Ez ji peqleweyê hez dikim. Ez ji bo peqleweyê ji Erxeniyê hatim vir.
Em dê şîraniya xwe bikirim û biçin.”
Li gorî amarên Birêvebiriya Hilberînerên Şîraniyê, beşeke şîraniya ku li Amedê tê çêkirin ji bajarên Zaxo, Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê re tê şandin.
Di cejnê de herî kêm 5 ton şîranî ji Amedê dişînin bajarên Başûrê Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse