Li Qoserê pevçûna bi kêran: Kesek mir

29-03-2025
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qoser Bakurê Kurdistanê Pevçûna Bi Kêran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê 2 welatiyan bi kêran şerê hevdû kirin û kesek ji wan mir.

Hat ragihandin ku hatine li Taxa Zirganê ya Qoserê ji ber sedemeke nediyar pevçûn di navbera du kesan de derket.

Di pevçûna ku de welatiyê bi navê Îbrahîm Atakê 30 salî ji zikê xwe ve bi kêrê hat birîndarkirin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê hat kirin tevî hemû midaxeleyên bijîşkî, ji ber birîna xwe ya giran mir.

Hat zanîn ku hêzên ewlehiyê tohmetbarê bûyerê desteser kiriye û li ser bûyerê lêpirsînê dest pê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst