Hevserokên DEM Partiyê cejn bi sê zimanan pîroz kir

09-04-2024
Nîşan Tulay Hatîmogulari Tuncer Bakirhan Cejn Pîrozkirin DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogulari û Tuncer Bakirhan cejna Remezanê bi sê zimanan pîroz kir.

Hevserokên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan cejna Remezanê bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî pîroz kir.

Hatîmogulari û Bakirhan peyameke pîrozkirinê belav kir û wan cejna Remezanê bi gotinên “Em hêvî dikin ev cejn bibe wesîleya edalet, azadî û aştiyê” pîroz kir.

Hevserokan di peyamê de bal kişand ser serkeftina xwe ya di hilbijartinên 31ê Adarê de û wan got:

“Pêvajoya hilbijartina çûyî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê êdî jiyaneke wekhev û dadmend dixwazin, şer û pevçûn û kedxwariyê naxwazin.”

“Gel şer û pevçûn û kedxwariyê naxwaze”

Peyama hevserokên DEM Partiyê wiha ye:

“Em Cejna Remezanê ya hemû civaka Îslamê pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku cejn bibe wesîleya edalet, azadî, aştî û xêr û bereketê.

Pêvajoya hilbijartina çûyî nîşanî me da ku gelên Tirkiyeyê êdî jiyaneke wekhev û dadmend dixwazin, şer û pevçûn û kedxwariyê naxwazin.

Me bi hev re hêviyên xwe mezin kirin.

Em bawer dikin ku piştgirî û pevrebûna me dê di siberoja me de xurttir jî bibe.

Bi vê boneyê em spasiya hemû gelê xwe dikin ku li dijî zilm û zordariyê li ber xwe da û têkoşîna demokrasiyê mezin kir û cejna me du caran pîroz kir.

Em spasiya kedkarên partiya xwe dikin ku bi şev û roj xebitîn.

Em spasiya her kesî dikin ku li ser sindoqan sekinîn û wan îradeya me hemûyan parast û hemû dek û dolab xirap kirin.

Em cejna Remezanê pîroz dikin, hêvî û armanca me ew e ku têkoşîna aştî û azadiyê ya li welatê me û li çar aliyên cîhanê bigihe serkeftinê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst