WAN - DEM Partî ber bi Colemêrgê ve dimeşe

03-07-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Tuncer Bakirhan Wan Şaredariya Colemêrgê Qeyûmê Colemêrgê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- DEM Partî ji bo şermezarkirina danîna qeyûm ji parêzgeha Wanê heta Colemgergê dest bi çalakiyeke meşê kir.

Çalakiya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ji parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ber bi Colemêrgê ve dest pê kir û biryar e ew meş 6 rojan berdewam bike.

Meşê li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi beşdariya Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û hejmareke zêde ya parlamenter, berpirs, endam û alîgirên partiyê dest pê kir.

Ev serdema sêyem e ku qeyûm li ser Şaredariya Colemêrgê tê danîn. DEM Partî ji wê rojê ve li dijî biryara qeyûm li Bakurê Kurdistanê dest bi çalakî û xwepêşandanan kiriye.

Yek ji wan xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê  “Meşa Rêgirtina li Îradeyê ye“  ku DEM Partiyê Wanê ber bi Colemêrgê li dar dixe.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Parka Mğsa Anter berî meşê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bakirhan ragihand ku danîna qeyûman li ser Şaredariyan bi Tirkiyeyê dide windakirin û wiha got:

“Eger te sindoq danîbin li qusurê nenêre divê tu rêzê lê bigirî.

Eger tu rêzê lê nagirî ew gelê ku rêveberên xwe hilbijartinê dê xwedî li îradeya xwe jî derkeve.

Sindoq ji bo diyarkirina îradeyê ye û hûn neçar in rêzê li vê yekê bigirin.”

Bakirhan da zanîn ku dê meşa wan a ji Wanê heta Colemêrgê 6 rojan berdewam bike û wiha got:

“Eger bi vê meşê ji peyama me fam nekin em dê têkoşîna xwe cardin bidin berdewam kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst