HESEKÊ - Amadekariyên cejnê di keşûhewayeke aram de tên kirin

09-04-2024
RÛDAW
Li Hesekê amadekariyên cejnê di keşûhewayeke aram de tên kirin
Li Hesekê amadekariyên cejnê di keşûhewayeke aram de tên kirin
Nîşan Cejna Remezanê Hesekê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê xelk amadekariya Cejna Remazanê dike û tevgereke germ li bazaran heye.

Hêzên asayîşê jî ji bo Cejna Remezanê tedbîrên ewlehiyê wergirtine û vê yekê jî bawerî da xelkê bajêr ku bi aramî li nava bazaran bigerin.

"Keşûhewaya cejnê baş e"

Firoşkarê cilûbergan Hemed Xelef got:

"Keş û hewaya cejnê baş e û mizgîniya xêrê ye. Em bi hêvî ne ku ewlehî û aramî berdewam bike.

Xelk gelekî dilxweş e û xwe ji bo cejnê amade dike û kelûpelên cejnê dikire."

"Liv û tevgereke zêde heye"

Şêniyê Hesekê Ebdulrehman Berrak jî got:

"Bi Xwedê keş û hewayeke jê baştir nîne, li Til Hecerê li vê cadeyê û li Xwêranê li cadeya giştî û herwiha li Taxa Miftiyê ya Hesekê tevgereke zêde heye.

Bi saya Xwedê saleke xêrê ye û em bi hêvî ne ewlehî li hemû Sûriyeyê çêbibe."

Piraniya bajarê Hesekê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin, tenê Çargoşeya Ewlehiyê di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de ye.

Li gorî zanyariyên bi dest Rûdawê ketine di van salên dawiyê de tevgereke zêde ya avahîsazî û bazirganiyê li bajar çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst