HESEKÊ – Ciwanek bi guleya leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin

26-09-2023
Nîşan Hesekê Leşkerên Tirkiyeyê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hesekê ya Cizîra Rojavayê Kurdistanê ciwanek bi guleya leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku ciwanê bi navê Ebd El-Melik El-Ayiş ê ji gundê Cezaayê yê Hesekê hatiye kuştin.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, ew ciwan dema wî dixwest sînor derbas bike û ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe bi guleyên leşkerên Tirkiyeyê hatiye kuştin.

Leşkerên Tirkiyeyê 19ê Îlonê jî ciwanê bi navê Taha Hac Xelîl kuştibû.

Taha Hac Xelîl xelkê bajarokê Retyanê yê Helebê bû.

Dema wî dixwest li gundewarê Îdlibê sînor derbas bike û bigihe malbata xwe ya li Tirkiyeyê, bi guleyên leşkerên Tirkiyeyê hat kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst