Hewlêr (Rûdaw) - Rêbend û berbestên di navbera her du taxên Kurdan ên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û taxên din yên bajarê Helebê hatin rakirin.
Tevgera çûn û hatinê di navbera her du taxan û taxên din ên bajarê Helebê asayî bûye.
Hêzên hevbeş yên Hikûmetê û Asayişa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) erkê parastinê dikin.
Ev pêngav di çarçoveya peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeyê li Helebê û Rêveberiya Meclisên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê di bin sîbera peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer hat bicîhkirin.
"Dê 7 xalên din ên ewlehiyê bên danîn"
Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Asayîşa Giştî yê Hikûmeta Sûriyeyê Eqîl Hisên ji Rûdawê re got:
"Îro pêngaveke nû hat bicîhkirin. Li gorî rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk de hatibû îmzekirin.
Li gorî wê Hikûmeta Sûriyeyê dê hemû xaka Sûriyeyê kontrol bike.
Ev pêngav girêdayî rakirina rêbend û berbestên ên di navbera her du taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd û taxên din yên Helebê de ye.
Di pey vê pêngavê re dê bi lez heft xalên ewlehiyê li derdora her du taxan bên danîn.
Ev xalên ewlehiyê dê niha hevbeş bin û armanc bêguman ew e ku jiyana normal vegere bajêr û pêwendî di navbera Eşrefiye, Şêx Meqsûd û taxên din ên Helebê de asayî bibe."
Ji dema ketina rejima Beşar Esed, çûn û hatina di navbera van her du taxan û bajarê Helebê di bin kontrola hêzên HSDyê de bû.
Endamekî Komîteya Dan û standinên Hikûmeta Sûriyê û meclisên taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê diyar kir ku ev rêkeftin serkeftî bûye.
“Peyman bi awayekî serkeftî hat bicîhkirin”
Endamê Komîteya Dan û standinê Welîd Osman jî ji Rûdawê re got:
"Îro bicîhkirina qonaxa sêyem a peymana HSD û Hikûmeta Sûriyeyê ya li Helebê dest pê kir.
Li taxên Eşrefiye, Şêx Meqsûd û Benî Zêd. Di vê qonaxê de berbest û rêbendên li her kolanê hene hatin rakirin.
Her wiha hêzên ewlehiyê yên hevbeş hêzên Asayîşa Giştî û Asayişa HSDyê li taxan belav bûn.
Spas ji Xwedê re, îro peyman serkeftî hat bicihanîn."
Li aliyê din di heman demê de peyman li ser rewşa Bendava Tişrînê jî hatiye kirin.
Di vê derbarê de şandeyeke Hikûmeta Sûriyeyê, bi çavdêriya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) tevî hêzên HSDyê bendav ziyaret kiribû.
Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyeke agahdar wergirtine, Rêveberiya Bendavê û karmendên Bendava Tişrînê dê li ser karê xwe bimînin û hêzên çekdar ên her du aliyan dê ji bendavê bên dûrxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse