HESEKÊ - Li ser dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê forûmek hat lidarxistin

04-10-2023
Hisên Omer
Li Hesekê Taqîgeha Guftûgoyî ya Yekem hat lidarxistin
Li Hesekê Taqîgeha Guftûgoyî ya Yekem hat lidarxistin
Nîşan Hesekê Efrên Girê Spî Serê Kaniyê Dagirkirin Taqîgeha Guftûgoyî ya Yekem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê Taqîgeha Guftûgoyî ya Yekem hat lidarxistin.

Mijara Taqîgehê, binpêkirinên mafên niştecîbûn, zevî û mal û milkên xelkê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û  bandora wan li ser niştecihan bûye.

Taqîgeha Guftûgoyî ya Yekem ji aliyê Rêxistina Pêlê ve hat lidarxistin.

“Xelkê Şehbayê zor û zehmetiyeke pir mezin dikişîne”

Hevseroka Rêveberiya Cotkaran a Bakurtojhilatê Sûriyeyê Mûna Birîmê got: "Xelkê ku li Şehbayê dimîne zor û zehmetiyeke pir mezin dikişîne.

Şehba bi temamî dorpêçkirî ye. Xelkê Şehbayê nema dikare bi rihetî derkevin herin û werin.

Ji ber wê zehmet e ku derman û mazotê bigihînin wan. Di bin konan de ne, nexweşî heye û têra wan derman tineye."

Di taqîgehê de, gelek alî yên wekî Rêveberiya Xweser, rêxistin û sazî û çalakvanên di warên cuda de beşdar bûn.

Hinek beşdarên taqîgehê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn.

“Ji saziyên navneteweyî hat xwestin ku dagirkeriya li herêmê bi dawî bibe”

Lêkolînerê Rêxistina Pêlê Welîd Bekir wiha anî ziman, "Di vê komcivînê de gelek tawsiye derketin.

Yek ji wan , ji saziyên hiqûqî yên navneteweyî hat xwestin ku dagirkeriya li van herêman bi dawî bibe.

Herwiha şert û mercên vegera bi ewle werin peydakirin û xelkên van herêman karibin vegerin."

Hejmarek koçberên ji her sê herêmên Rojavayê Kurdistanê yên dagîrkirî beşdar bûn û li ser rewş û pêwîstiyên koçberên ku ji neçarî warên xwe bicîh hiştine axivîn.

“Em hewl didin êş û azara xelkê ku li kampan dijîn bigihînin raya giştî”

Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mihemed Haco diyar kir "Hewldanên me ji bo ku em bikaribin deng, êş û azarên xelkê xwe yê Serê Kaniyê zehmetiyên ku îro di nav kampanda de dijîn bigihînin raya giştî.

Ji ber ku îro em tev dizanin li kampan gelek xizmet ên ku ji aliyê sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û herêmî ve têne kirin, têra wan koçberan nake.

Ji ber ku gelekî zor û zehmetiyên rewşa kampan hene, xelkê me heya roja îro jî pêwîstiyên wan ên tendirustî hene, pêwîstiya wan a xwendinê heye, pêwîstiya wan bi xizmetguzariyê heye.

Pisrgirêkên wan ên wekî nan, av û cih hene."

Beşdarên taqîgehê ji bo amadekirina raporên taybet ên derbarê Girê Spî û Serê Kaniyê de çend biryar û proje gotûbêj kirine.

“Dê derbarê Girê Spî û Serê Kaniyê de raporek were amadekirin”

Lêkolîner Xunav Osmanê got, "Raporên ku derketin, li ser wan hatin guftûgokirin û nîqaşkirin û bi mêvanan re hatin parvekirin.

Kar û xebatên ku wê di demên pêş de werin kirin, wê di derheqê her du bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê de jî raporek were amadekirin."

Rêxistin û kesayetiyên ku di taqîgehê de beşdar bûne, ji civaka navdewletî xwest ku ji bo dawî li dagirkeriya li ser van her sê herêmên Rojavayê Kurdistanê bîne kar bike.

Herwiha wan xwest ku heta pêkanîna wê armancê, ji bo koçberên van her sê herêman alîkarî bê pêşkêşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst