Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî got, “Tawanbarên Enfalê ketin zibildanka dîrokê lê belê birîn û asewarên wê komkujî û zulmê hîn jî mane û nekewiyane.”
Sala 1988an zêdetirî 182 hezar zarok, jin û mêrên Kurd di êrişa Enfalê de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve hatin qetilkirin.
Serok Mesûd Barzanî di salvegera 37an a Enfalê de peyameke nivîskî belav kir û bal kişand ser birînên ku Enfalê vedane.
“Tawanbar ketin zibildanka dîrokê”
Peyama Serok Barzanî ya li ser salvegera Enfalê wiha ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan,
Pêvajoya Enfalê beşeke ji wê sîtem û tawanan bû ku sedsala derbasbûyî rejîma berê ya Îraqê li ser gelê me encam da.
Di encama wê proseya nemirovane de ku bi çend qonaxan hemû herêmên Kurdistanê li xwe girtin 180 hezar welatiyên bêtawan ên Kurdistanê hatin bêserûşûnkirin û şehîdkirin.
Di heman demê de bi wê yekê re kîmyabarankirin û siyaseta Erebkirin û veguhastina bizorê û têkdana jêrxana aboriya Kurdistanê û wêrankirina hezaran gundan beşeke din a wan tawanan bû ku di sedsala derbasbûyî de ji aliyê rejîma Îraqê ve li beramberî gelê me hatine encamdan.
Tawanbar ketin zibildanka dîrokê lê belê birîn û asewarên wê komkujî û zulmê hîn jî mane û nekewiyane.
Divê dewleta Îraqê qerebûya Enfal û wê qirkirinê bike ku li dijî mîlletê me hatiye encamdan.
Her wiha pêwîst e jî rê li hemû cûre nêrîn û siyaset û kirdarên şovenî yên li dijî xelkê Kurdistanê bê girtin.
Di 37 saliya bibîranîna xemgîn a Enfalê de baştirîn wefa ji bo şehîdên Enfalê ew e ku em hemû di xizmetkirin û parastina welatê xwe de yekdeng bîn û bi hev re paşerojeke geş ji bo gelê xwe ava bikin.
Serbilindî ji bo malbat û kes û karên şehîd û Enfalan, hezaran silav li giyanê pak ê şehîdên Enfalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse