Şandeyeke Brîtanya û Ewropayê li Başûrê Kurdistanê ye

14-04-2025
Dilniya Rehman
Şandeya Brîtanî û Ewropî li Parlamentoya Kurdistanê ye\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Şandeya Brîtanî û Ewropî li Parlamentoya Kurdistanê ye\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Brîtanya Yekîtiya Ewropayê Îbrahîm Doguş Partiya Karkeran a Brîtanyayê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke Brîtanya û Ewropayê li Başûrê Kurdistanê ye û dibêjin ku ya ku wan bihîstibû û ya ku wan dîtiye zehfî cudatir e.

Şandeya ku ji parlamenter û siyasetmedarên Brîtanî û Ewropî pêk tê, di çarçoveya serdana Herêma Kurdistanê de çûye Parlamentoya Kurdistanê.

Endamên şandeyê sersamiya xwe li hemberî tecrûbeya  pêkvejiyana pêkhateyan li Herêma Kurdistanê nîşan dane.

"Ez gelekî şok bûme"

Siyasetmedarê Partiya Karkeran û  Endamê Konseya Lordanê ya Brîtanyayê David Watts ji Rûdawê re got:

"Ez gelekî şok bûme bi ya ku li vir diqewime, çimkî ev der di vê beşa cîhanê de tiştekî bêhempa ye.

Awayê giştgirî ya hikûmetê û derxistina hemû pêkhate û baweriyên dînî ji bo min û koma me tiştekî gelekî balkêş e.

Em dixwazin zanibin ka çawa bi pêş dikeve, yan gelo dikare li deverên din ên herêmê jî ev yek tê kirin. "

Îbrahîm Doguşê ku ji Bakurê Kurdistanê ye û 25 sal e endamê Partiya Karkeran a Brîtanyayê ye di nav şandeyê de cih digire.

Siyasetmedarê Kurd tekane Kurd e ku di nav şandeyê de ye ji Rûdawê re got:

“Em hatin li Kurdistanê hin hevdîtinan pêk bînin.  Em hatin wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibînin û li ser Pirgirêka Kurdan û li Rojhilata Navîn biaxivin.

Me xwest em piştgiriya gelê Brîtanya û Ewropayê ya ji bo Kurdan diyar bikin.”

Şande di serdana xwe ya hefteyekî de, ji bilî Herêma Kurdistanê dê serdana Rojavayê Kurdistanê jî bike.

“Divê em bibin beşek ji wê guherîna erênî”

Endamê Konseya Nûneran a Brîtanyayê John Lamont ji Rûdawê re got:

"Ev ezmûneke hînker e. Em dizanin ku guherîneke zêde li herêmê û bi taybetî li vî welatî diqewime.

Me çend dîmenên bi saw ên çewisandina xelkê dîtine. Divê em hêvîdar bin ku di paşerojê de xelk careke din bi vê rewşê de derbas nebin.

Divê em jî bibin beşek ji wê guherîna erênî."

Endamê Parlamentoya Ewropayê Lucas Spier jî got:

"Ez bawer dikim ku Kurdan li Îraq û Sûriyeyê pabendîbûneke tevahî bi demokrasî, mafên mirovan û azadiya takekesî nîşan daye.

Gelekî dijwar e ku li deverên din tiştên wiha bibînin û em dixwazin ku piştgiriya xwe ya ji bo bipêşxistina demokrasiyê diyar bikin."

Partiya Karkeran di hilbijartina giştî ya Brîtanyayê di sala 2024an de, ji 650 kursiyan 411 kursiyan bi dest xist û piştî 14 salan ji mixalefetê, vegeriya desthilatê.

Partiya Karkeran di hilbijartina giştî ya Brîtanyayê di sala 2024an de, ji 650 kursiyan karî 411 kursiyan bi dest bixe û piştî 14 salan ji opozîsyonê vegeriya desthilatê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst