HESEKÊ - Di şerê li çargoşeya ewlehiyê de zarokekî 2 salî canê xwe ji dest da

22-09-2023
RÛDAW
HESEKÊ - Di şerê li çargoşeya ewlehiyê de zarokekî 2 salî canê xwe ji dest da
HESEKÊ - Di şerê li çargoşeya ewlehiyê de zarokekî 2 salî canê xwe ji dest da
Nîşan Hesekê Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û Hêzên Parastina Niştimanî de hîn jî germ in.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku tankên Hikûmeta Sûriyeyê, baregehên Hêzên Parastina Niştimaniyê ya li çargoşeya ewlehiyê bombebaran kirin.

SOHRê diyar kir ku piştre şer û pevçûnên giran, di navbera her du aliyan de derketin.

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên hikûmetê daxwazê ji fermandarê Hêzên Parastina Niştimanî dike ku xwe radestî wan bike.

Hat diyarkirin ku di şerê li çargoşeya ewlehiyê de zarokekî 2 salî jî canê xwe ji dest daye.

Fermandarê Hêzên Parastina Niştimanî Ebdulqadir Hemo jî vê yekê red dike û xwe radest nake.

Niha ew tevî çend alîgirên xwe di nav malekê de, ji aliyê hêzên hikûmetê ve dorpêçkirî ne.

Li aliyê din, piraniya çekdarên Hêzên Parastina Niştimanî, xwe radestî hêzên hikûmetê kirine.

Ji roja çarşemê ve li çargoşeya ewlehiyê ya bajarê Hesekê, şer di navbera hêzên hikûmetê û Hêzên Parastina Niştimanî derketiye.

Di encama şer de 5 serbazên hikûmetê hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst