
Dayîkeke Kurd li ser gorên xizmên xwe yên ku di Enfalê de hatine qetilkirin e / Wêne: Rûdaw-Arşîv
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser Komkujiya Enfalê got, “Me Komkujiya Enfalê ji bîr nekir, em dê nedin jibîrkirin, Enfal ne tenê operasyoneke leşkerî bû. Enfal kiryareke îmhayê ya tevayî bû.”
Sala 1988an zêdetirî 182 hezar zarok, jin û mêrên Kurd di êrişa Enfalê de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve hatin qetilkirin.
DEM Partiyê di salvegera 37an a Enfalê de peyameke nivîskî belav kir û got, “Divê ev sûc bê ceza nemîne, edalet pêk were.”
“Enfal ne tenê operasyoneke leşkerî bû”
Peyama DEM Partiyê ya ji bo salvegera Enfalê wiha ye:
“14ê Nîsana 1988an… Di bîra gelê Kurd de rojeke reş hat nivîsandin. Bi fermana rejîma Sedam Huseyîn, bi hevkariya hêzên serdest û pêşengiya dewletan plana tunekirinê ya bi navê Enfalê xistin meriyetê.
Bi hezaran Kurd çekên kîmyewî jî di nav de bi rêbazên herî hovane hatin qetilkirin. Gund hatin xerakirin û gorên komî hatin kolan. Vê komkujiyê ne tenê di wijdana miletekî de, di wijdana hemû mirovahiyê de birîneke kûr vekir û nayê pêçan.
Enfal ne tenê operasyoneke leşkerî bû. Enfal kiryareke îmhayê ya tevayî bû ku ziman, çand, dîrok û siberoja gelê Kurd hedef girt. Armanca Enfalê paqijkirina gelan ji nexşeyê bû.
37 sal derbas bûn. Êşa me teze, hêrsa me zindî ye. Divê berpirsyarên komkujiyê ne tenê li pêşberî dîrokê, li pêşberî mirovahiyê û hiqûqê jî hesab bidin. Divê ev sûc bê ceza nemîne, edalet pêk were.
Em wekî Partiya DEMê; em bi pîroziya mafê jiyanê, wekheviya gelan û vîna jiyana bi rûmet bawer dikin û em hemû cangoriyên ku di Komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tînin.
Em dê di lêgerîna heqîqet û edaletê de têkoşîna xwe bidomînin.
Me ji bîr nekir, me efû nekir, em dê nehêlin bê jibîrkirin!”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse