SIRÛC – Qeyûm çû lê deynên wî man: 177 milyon lîre

09-04-2024
Nîşan Sirûc Deyn Qeyûm DEM Partî Eşkerekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên nû yên Şaredariya Sirûcê, pankartek bi şaredariyê ve daleqand û deynên serdema qeyûm eşkere kirin.

Di pankartê de xuya dibe ku deynên ku ji dema qeyûm mane 177 milyon lîre ne û ew jî dike 5 milyon û 500 hezar dolar.

Tiştekî din ê balkêş ew e ku 85 milyon lîreyên van deynan di 3 mehên dawî de hatine deynkirin.

Di hilbijartinên 31ê Adarê de li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê namzedên DEM Partiyê Muslum Baran û Ayten Kaya ji sedî 57,21ê dengan wergirtin û bi ser ketin.

Hevserokên nû yên Şaredariya Sirûcê roja ewil a karê xwe blokên betonî yên li derdora şaredariyê rakirin ku dema qeyûman hatibûn danîn.

Muslum Baran û Ayten Kayayê paşê jî deynên qeyûm bi pankartekê nîşanî xelkê dan.

Xuya dibe ku qeyûm 176 milyon û 997 hezar û 954 lîre deyn hiştine û di kasaya şaredariyê de jî tenê 16 milyon û 888 hezar û 237 lîre hene.

“Fatureyên xeyalî nayên dayîn”

Li ser pankartê behsa “faturayên sexte” hatiye kirin hatiye nivîsandin:

“Fatureyên ku ji ber deynên kes û kompanyayan di mehên dawî de hatine birîn tên lêkolînkirin û fatureyên xeyalî (sexte) nayên dayîn.”

Di hilbijartina 31ê Adara 2019an de jî li Sirûcê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ji sedî 60ê dengan standin û bi ser ket.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 15ê Çiriya Paşîn a 2019an qeyûm danî ser Şaredariya Sirûcê.

Sirûca ku nifûsa wê tevî gundan 103 hezar e ji wê demê ve ji aliyê qeyûm ve dihat birêvebirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst