Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar got, “Eger li bajarên Kurdan rê bi qeyûman bê dayîn dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bên sepandin.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê doh bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.
Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Cengîz Çandar beşdarî bultena Rûdawê bû û danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê û pêşhateyên dawî nirxandin.
“Heta ku biryar paşde neyê wergirtin dê berxwedan berdewam be”
Cengîz Çandar diyar kir ku CHPyê li hemberî biryara qeyûm hewlesteke zelal nîşan daye û wiha got:
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel doh bi şev helwesteke pir zelal nîşan da û li dijî vê pêkanînê derket.
Bi heman awayî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî ev biryar rexne kir û li dijî sepandina qeyûm helweste xwe nîşan da.
Partiya Gel a Komarî (CHP) şandeyeke ku ji 3 parlamenter û alîkarekî serokê giştî pêk tê ji bo li kêleka DEM Partiyê bisekinin şand Colemêrgê.
Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û 22 baroyan jî daxuyanî da û wan diyar kir ku ev biryar ne hiqûqî ye.
Ji ber vê yekê hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê, partiya sereke ya mixalefetê rewşeke wisa ye ku DEM Partî ne bi tenê ye.
Heta ku biryar paşde tê vegerandin bexwedan dê berdewam bike.”
“Hemû Wan rabû ser pêyan wekî serhildanekê bû”
Di hilbijartinên 31ê Adarê de namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an li Wanê bû yekem.
Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas jî li Wanê bi rêjeya ji sedî 27,15an bû duyem.
Li ser îtîraza AK Partiyê û bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê, namzediya Abdullah Zeydan hat betalkirin.
Li ser vê yekê Lijneya Hilbijartinê ya Wanê biryar da ku mazbataya şaredarbûnê bide Namzedê AK Partiyê Abdulahat Arvas.
Cengîz Çandar hilbijartinên Wanê bi bîr xist û wiha pê de çû:
“Hemû Wan rabû ser pêyan wekî serhildanekê bû. Ez jî li wê derê bûm, em hemû bi hev re çûn Wanê.
Partiya Gel a Komarî (CHP) dîsa heyetek şand û li Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) îtiraz hat kirin.
Ew sepan paşde hat vegerandin. Ev nîşan dida ku siyaseta qeyûmê îflas kiriye û dihat zenkirin ku dê careke din li siyaseta qeyûman venegerin.
Lê belê sepana doh a li Colemêrgê, dûrxistina Serokê Şaredariya Colemêrgê ya ji kar û tayînkirina parêzgerekî ku berê qeyûm bû, pêşhateyeke gelekî xeternak e.
“Eger li bajarên Kurdan rê bi qeyûman bê dayîn dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî bên sepandin”
Eger pêşî li ber vê neyê girtin, ev dê bê wateya ku vegerandina pêkanîna qeyûman ku ji sala 2016an heta 2024an 8 salan li bajarên Kurdan hatibûn sepandin.
Ev yek wekî pêkanîneke faşîst a nû ya ku nîşan dide mafê gelê Kurd ê dengdayîn û hilbijartinê ji dest hatiye girtin, mafê Kurdan tine ye ku rêveberên xwe yên herêmî hilbijêrin û rejîma Tirkiyeyê vê yekê qebûl nake nîşan bide.
Lê ev dê li bajarên Kurdan sînordar nemîne, ji ber ku hemû nexşeya siyasî ya Tirkiyeyê guherî.
CHP li bajarên mezin ên wekî Stenbol, Eneqere, Îzmîr, Antalya, Bursa, Mêrsîn û Edeneyê bi piştgiriya Kurdan jî qezenc kir.
Eger li bajarên Kurdan rê bi sepandina qeyûman bê dayîn ku Colemêrg nîşana vê ya yekem e, dibe ku sibe yan dusibe li bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên ku di destên CHPyê de ne bê sepandin.
“Dê rejîmeke dîktatorî dest pê bike”
Di vê rewşê de em nav li rejîma Tirkiyeyê deynin: Tê wê wateyê ku tu fêda hilbijartinan tine û tê wê wateyê ku dê rejîmeke dîktatorî dest pê bike.
Ev her tim li ser Kurdan tê pêk anîn. Ji ber vê yekê Colemêrg pir giring e û divê rê li ber vê bê girtin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar teqez kir ku divê li hemberî biryara qeyûm bertek bên dayîn û wiha berdewam kir:
“Ji ber ku li Colemêrgê DEM Partî bi ser ket û temsîliyeta şaredariyên bajarên Kurdan di destê DEM Partiyê de ye tiştekî asayî ye ku berteka yekem nîşan dabe lê ev têrê nake.
Hemû pêkhateyên mixalefetê, civaka sivîl û demokratîk ên li Tirkiyeyê divê li kêleka DEM Partiyê heta li pêşiya DEM Partiyê bertek nîşan bidin.
Ku nebe em nikarin pêşî li vê kiryara kêfî, zorbazî û dijhiqûqî bigirin. Divê mixalefet bi yekîtî tevbigere.
Gelo DEM Partî dê ji parlamentoyê vekişe?
Çandar pirsa derbarê îhtîmala vekişîna DEM Partiyê ya ji meclîsê jî wiha bersivand:
“Vekişîna ji parlamentoyê bi tena serê xwe ti wateyeke xwe nîne.
Ji ber bertekên hestî dibêjin demildest ji parlamentoyê vekişin lê vekişîna ji parlamentoyê li gorî sîstema hiqûqê ya Tirkiyeyê hilbijartinên pêşxwest bi xwe re nayne.
Ji bo hilbijartinên pêşxwext du rê hene. Ya yekem hilweşandina palamentoyê ji aliyê serokkomar ve, ya din jî parlamento bi xwe biryara hilbijartinên pêşwext bide."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse