Hewlêr (Rûdaw) - Li Wan, Mûş û Colemêrgê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê rêya 55 cih û waran hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 11 gund û 23 mezreyan hat girtin.
Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyên didomînin.
Mûş
Li Mûşê ji ber berfa ku li cihên bilind dibare, di çûn û hatinê de astengî çêbûn.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li bajêr van rojên dawî berf dibare.
Şeyhmus Yentur destnîşan kir ku ekîb li qadê şev û roj dixebitin û wiha dewam kir:
"Barîna berfê li cihên bilind didome. Li navendê rêya 5 gundên me, li navçeya Gimgimê jî ya 15 gundên me hat girtin.
Ekîbên me ji bo vekirina rêyan bênavber dixebitin."
Ekîbên Şeftiya Şaxa 113em a Rêbejayê jî di rêya navbera navçeya Dêrxasê ya Mûşê û navçeya Motkanê ya Bedlîsê de xebata avêtina berfê meşand.
Ji peywirdaran Îdrîs Karakaya ji rojnamegeran re diyar kir ku ji ber berf û bagerê rê timî tê girtin.
Îdrîs Karakaya da zanîn ku ew bi hawara kesên di rê de man çûn û her wiha ji bo ku rê neyê girtin, ew 24 saetan dixebitin.
Colemêrg
Li gorî agahiyên Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Colemêrgê jî rêya çend gun û mezrayan ji ber berf û bagerê hat girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse