HUDA PAR ji bo Kurdî meşiya: 'Mirov bi ziman heye'

08-02-2025
Abdulselam Akinci
Meşa HUDA PARê /Wêne: Abdulselam Akinci /Rûdaw
Meşa HUDA PARê /Wêne: Abdulselam Akinci /Rûdaw
Nîşan HUDA PAR Êlih Kurdî Dersa Bijarte Meş
A+ A-

Êlih (Rûdaw) - HUD PARê li Êlihê ji bo malbat û xwendekarên Kurd ji pêvajoya serlêdana dersên bijarte yên Kurdî hayîdar bibin meşeke girseyî li dar xistin.

Di meşê de çalakvan bi stran û pankartên Kurdî meşiyan û bangî malbatên Kurd kir ku Kurdî hilbijêrin û xwedî li zimanê xwe derkevin.

Ji bo di derbarê dersên bijarte yên Kurdî de hişmendiya civakî ava bibe û malbat û zarokên Kurd ji bo bijartina Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) werin handan, Partiya Doza Azad (HUD PAR) li Êlihê meşek egirseyî li dar xist.

Beşdarên çalakiyê yên ku bi cilûbergên Kurdî meşiyan, belavok li xelkê bajêr belav kirin û bi pankartên cuda cuda bal kişand ser girîngiya parastina zimanê Kurdî.

Xelkê Êlihê ji bo Kurdî nêrînên xwe bi vî rengî anîn zimên:

"Mirov bi ziman heye"

"Wexta ku ev ziman ji holê rabe, çi me dimîne? Mirov bi ziman heye. Xwedê dema mirov afirandiye, ewil ziman dayê."

"Her ku diçe zimanê me bêhtir tê windakirin. Sedem hem malbat in hem jî sîstem e."

"Eger Kurdî tune be em jî tunin"

"Eger Kurdî tune be em jî tunin. Divê Kurdî hebe. Em zimanê xwe dixwazin."

"Eger ev nifş here dê zarok Kurdî ji bîr bikin"

"Em dixwazin hemû gelê me ji zarokên xwe re Kurdî hilbijêre. Lewra eger ev nifşa me here, êdî zarokên me dê Kurmancî ji bîr bikin. Sedem polîtîkayên dewletê ne."

"Heke Xwedê hez bike em jî li ser soza xwe bimînin û wekî bav û kalên xwe, pîrik û kalikên xwe, em jî dê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyîvin."

"Em dixwazin vegerin ser koka xwe"

"Em zehf dixwazin vegerin ser koka xwe, vegerin ser zimanê xwe yê Kurdî."

"Ez dibêjim gelekî pêwîst e ku xelkê Kurd vegere ser zimanê xwe û zimanê xwe hîn bibe."

"Tu herî welatekî, tu pêşî bi zimanê xwe tê nasîn. Milet bi zimanê xwe hene. wekê nimûne, ani ha vî zimanî ji min bistînin ez ne tiştek im."

"Armanca me Kurdî bibe zimanê fermî"

Di meşa ku li kolana sereke ya bajêr bi kîlometreyan dom kir de Serokbajarê HUD PARê yê Êlihê Davut Şahîn got ku ev çalakî di rêya fermîbûna Kurdî de gaveke pêwîst û girîng e û wiha got:

"Em bangî miletê Kurd û dayik û bavên xwe dikin ku di dibistanên navîn de bi taybetî dersên Kurdî hilbijêrin.

Armanca me ew e ku ev ziman bibe zimanê fermî yê duyem ê vî welatî.

Gavên me ji bo vê armancê ne, ji bo wê em van bernameyan çêdikin.

Çiqas hêz û qeweta me zêde bibe înşallah em ê bigihîjin vê armanca xwe."

Çalakî bi strana navdar a ku behsa bedewiya zimanê Kurdî dike dest pê kir û bi strana hunermend Papo ya banga ji bo dayîkên Kurd bi dawî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst