Îmamoglu çû Dêrsimê: ‘Divê ez behsa rastiyan bikim’

08-08-2023
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Ekrem Îmamoglu Serdan Dêrsim Kemal Kiliçdaroglu
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu çû parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê.

Ekrem Îmamoglu, bi hevjîna xwe Dîlek Îmamogluyê re doh çû serdana Dêrsimê û ew li navendên olî yên Elewiyan ên li her du navçeyên wê parêzgehê Pêrtag û Xozatê geriyan.

Îmamoglu li navçeya Pulurê jî çû serdana Kaniyên Munzûr Baba yên ku çavkaniya Çemê Munzurê ne û paşê li navenda Dêrsimê bi esnaf û dikandaran re axivî.

Îmamoglu da zanîn ku wan li navçeya Qisleyê ya Dêrsimê ku cihê jidayikbûna Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ye, maleke mêvanan vekir.

“Haya  Kiliçdaroglu ji serdanê nîne”

Îmamoglu herwiha eşkere kir ku ew bêyî Kiliçdaroglu agahdar bike hatiye Dêrsimê û got:

“Navçeya Qisleyê cihê ji dayikbûna serokê min ê giştî ye. Min gelek caran got em biçin û beşdarî merasîma vekirinê bibin lê me kir û nekir ev pêk nehat.

Dema min derfet dît min got ez biçim. Min beriya niha telefonî serokê giştî kir û min gotê ‘Bi Xwedê ez bêyî agahdariya we hatime Dêrsimê. Bila haya we jê hebe’. Min silavên we gihandin wî û gelek silavên wî jî hene ji we re.”

Ekrem Îmamoglu amaje bi hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an jî ki û got:

"Li pêşiya me ezmûneke mezin heye. Ez di wê baweriyê de me em dê wekî hêjabûna wê ezmûna vê jî bidin. Em Stenbolê ji dest nadin. Em hilbijartinên ku dê ji niha û şûnde li welat bêne kirin jî winda nakin.”

“Divê em li ser kêmasiyan biaxivin”

Di berdewamiya axaftina xwe de Serokê Şaredariya Stenbolê behsa têkçûna partiya xwe ya di hilbijartinên giştî yên gulana îsal de jî kir û got:

"Me hilbijartinek winda kir. Divê em vê bibînin û qebûl bikin. Me 2023 winda kir. Hilbijartineke dîrokî bû. Divabû em bi ser biketa. Em neçar in li ser bifikirin ku me çi kêmasî kirine.

Em neçar in li ser biaxivin. Em neçar in guh bidin derdê we. Divê em ji we guh bidine wan kêmasiyên ku hûn dibînin.

Heta em van rast nekin em nikarin li pêşiya xwe binêrin. Eger em bêyî ku li van binêrin li pêşiya xwe binêrin, em nikarin pêşiya xwe bibînin. Divê ev jî bi awayekî bi edeb, bi exlaq û li gorî dîsîplîna navxweyî ya partiyê be.

“Ez tenê bi muxatabên navxweyî yên partiyê re diaxivim”

Îmamoglu diyar kir ku ev 90 roj in meseleyên partiyê, ji xeynî muxatabên navxweyî yên partiyê re bi kesî re neaxiviye û wiha pê de çû:

“Hûn yek axaftina min di ragihandinê de nabînin. Ev 90 roj in ez bi rêveberên partiya xwe diaxivim û ez dê vê berdewam bikim û di serî de jî bi birêz serokê me yê giştî re diaxivim.

Ez neçar im bibim Ekrem Îmamogluyekî ku rastiyan diaxive. Ez wiha bawer dikim. Ez dê di hizura we hemûyan de li ser gotina rastiyan berdewam bim.

"Em Stenbolê jî ji dest nadin"

Ez dê her tim li rêya çareseriya pirsgirêkan bigerim. Min di hilbijartinên 2023an de ev yek kiribû û ez dê wiha berdewam bikim. 

Nabe em dîsa winda bikin. Her hilbijartineke ku em winda dikin 5 salên din ji welatê me dibe. Em Stenbolê jî ji dest nadin. Hûn dê bibînin em hilbijartinên ku ji niha şûnde li welat bên kirin winda nakin.

Windakirin nîne, em Stenbolê jî şaredariyên din ên bajaran jî ji dest nadin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst