Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji tirsa cendirmeyên Tirkiyê newêrin zeviyên xwe biçînin

08-05-2023
Hisên Omer
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji tirsa cendirmeyên Tirkiyê newêrin zeviyên xwe biçînin
Cotkarên Rojavayê Kurdistanê ji tirsa cendirmeyên Tirkiyê newêrin zeviyên xwe biçînin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Cendirmeyên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her sal bi nêzîkbûna werzê çandiniyê yan jî çinîna dexlûdanan, metirsiya hêzên Tirkiyê li ser welatiyên navçeyên sînorî yên Rojavayê kurdistanê li gel pakurê Kurdistanê dibe pirsgirêkeke cidî.

Hêzên parastina sînor ên Tirkiyê teqeyê li cotyar û şivanên Kurd dikin û gelek ji wan dibin qurbanî herî dawî, li nahiyeya Amûdê 3 bûyer li ser sînor qewimîne.

Mizgîn Mecdo, ku xêlkê bajarê Amûdê yê sînorî ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa van her sê bûyerann kir.

Welatî Mizgîn Mecdo got "Xeterî û tirsa ku li ser sînor çêdibê miletê me nikare bigihîje cihê erdên xwe û rake zeviyên xwe ku çandiniyan wan bûye. Ev dibe ku keda wî ya 5-6 mehan wenda bibe. Em dixwazin dengê miletê me bigihînin desthilat û xwedîbiryar ku ev nikare bi aramî û rihetî zeviyên xwe rakin û keda xwe ye ku ev bûye 3-4 salê wê neheatine belki karibin bi rihetî rakin reviyên xwe û bi rihetî û xweşî derbas bibe, ji ber ku cendirmeyên Tirkiyê ev 3 bûyerên wilo li Amûdê çêbûne. Yek jê li Gundê Buhêra ye, ya din li Bîra Tirwazê ye û ya din li Gundê Tûkê ye. Di van bûyeran de kesekî jiyana xwe ji dest neda lêbelê birîndar çêbûn."

Li gorî zanyariyên heman navendê, ji destpêka 2018an ve heta 4ê Gulana 2023yan, 559 welatiyên Sûrî bi guleyên leşkerên Tirkiyê hatine kuştin û 3027 welatî jî birîndar bûne gihiştiye 559 kesan, ji wan 103 zarok û 67 jin bûn.

Tevî ku Tirkiyê, bi dirêjiya sînorê xwe û Sûriyê, dîwarek bi dirêjiya 911 kîlometreyan ava kiriye, lê destdirêjiya bi guleyan bo ser welatiyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ranewestiyaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst