Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e

08-04-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê ligel ku meha Nîsanê ye barîna berfê berdewam e û çûnûhatina welatiyan zehmet bûye.

Roja Şemiyê 8ê Nîsana 2023an li navçeya Qamûşanê ser bi parêzgeha Qersê barîna berfê berdewam e ku beriya du rojan destpê kiribû. Herwiha li navçeyê ji ber mij û moranê mesfeya dîtinê daketiye nêzîka 25 metreyan û çûnûhatina otomobîlan jî zehmet bûye.

Li parêzgeha Erzeromê jî şeva borî berfeke zêde bariya û bi rawestîna berfê îro tîmên girêdayî şaredariyê li navenda bajêr dest bi paqijkirina cadeyan kirin. Li gor zanyariyan li parêzgehê ji ber berfa zêde û pûkê rêyên 42 gund û gundikan jî hatine girtin.

Li parêzgeha Erdexanê jî pileya germê daketiye û cihên bilind yên parêzgehê bi berfê xemilî ne. Dem bi dem li çend navçeyan barîna berfê jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst