Serokê Herêma Kurdistanê: Ez dê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidim jinan

08-03-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Roja Jinan a Cîhanî Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Roja Jinan a Cîhanî bi peyamekê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ew dê wekî her tim piştigiriyê bide jinan.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser rola jinan a di civakê de û got:

“Em bang li aliyên siyasî dikin ku di hilbijartinên pêş de zêdetir girîngiyê bi namzediya jinan bidin.”

“Ez dê tim piştgiriyê bidim jinan”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Roja Jinan a Cîhanî bi vî rengî ye:

“8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, bi germî li hemû jinên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz dikim.

Di kar û xebatên wan ên ji bo bidestxistina wekhevî û hemû mafên jinan de, ez dê wekî her tim bi hemû bawerî û hêza xwe piştgiriya wan bikim, hêviya berdewamiya pêşketin û serkeftinên ji wan re dixwazim.

Bi vê minasebetê, bi rêz û hurmet, em hemû wan jinên leheng bi bîr tînin ên ku di karwanê têkoşîna xwe ya ji bo parastina mafên xwe de serê xwe daye, yan jî bi neheqî bûne qurbaniyên tundûtîjiyê û hizrên tundrewî û paşverûtiyê.

“Em dê li dijî neheqiya ku li jinan tê kirin derkevin”

Em careke din tekez dikin ku em dê bi hemû hêza xwe rûbirûyî her fikir, axaftin, sîtem, destdirêjî û neheqiyê bibin ku li jinan tên kirin.

Di demekê de ku em bi geşbînî û bi hêvî li karîgerî, beşdarbûn û hevbeşiya jinan a di hemû warên jiyanê de ya li Kurdistanê dinêrin, em careke din tekez dikin ku em dê wekî her carê kar û xebatên xwe yên ji bo dabînkirin û zêdetir mîsogerkirina rol, hebûn, derfet û pêgehê jinê di hemû qad û warên jiyanê de bidomînin.

Em her bi vê helkeftê, bang li aliyên siyasî dikin ku di hilbijartinên pêş de zêdetir girîngiyê bi namzediya jinan bidin.

“Civakeke pêşketî bêyî azadiya jinan pêk nayê”

Civakeke azad a ku û şaristanî, pêşketî ku aram û asûde be, nifşekî durist û jêhatî mezin bike û paşerojeke baştir ava bike, bêyî azadî û wekheviya mafên jinan pêk nayê.

Ji ber vê yekê erkê me hemûyan e ku em li ser hemû astên civakê bi vê bawerî û têgihiştinê piştgiriyê bidin têkoşîna jinê û heta serkeftinê bi wan re bin.

8ê Adarê li hemûyan pîroz be.”

Nêçîrvan Barzanî piştevanê jinan e

Li hêla din, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi piştgiriya ku di gelek warên jiyanê de dide jinan derdikeve pêş.

- Dema ku Nêçîrvan Barzanî serokwezîr bû li wezaret û saziyan “yekîneyên wekheviyê” hatin vekirin.

- Nêçîrvan Barzanî herwiha piştigiriyê dide wan saziyên ku ji bo mafên jinan têdikoşin.

- Dema ku Nêçîrvan Barzanî serokwezîr bû ji bo wan jinên ku rastî tundiyê dihatin û gefa kuştinê li wan dihat xwarin cihên taybet vekirin.

- Dîsa dema ku Nêçîrvan Barzanî serokwezîr bû li seranserê Herêma Kurdistanê ji bo têkoşîna bi tundûtûjiyê re ofîs hatin vekirin.

- Dema serokwezîriya Nêçîrvan Barzanî rêjeya jinan a li Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 25an derket ji sedî 30î.

- Dema serokwezîriya Nêçîrvan Barzanî derfet ji jinan re dihatin dabînkirin ku li hemû postên cuda bixebitin.

- Nêçîrvan Barzanî herwiha ji bo başkirina rewşa jinan “Stratejiya Niştimanî” pesend kir.

Roja Jinan a Cîhanî

Roja Jinan a Cîhanî roja navneteweyî ya jinên kedkar ên cîhanê ye. 

Her çend ev roj di asta navneteweyî de salên 1970yî de hatibe pejirandin jî bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya wekî rojeke hevbeş a jinên cîhanê rastî salên 1800î tê.

8 Adara sala 1857an jinan li New Yorkê grevek li dar xist.

Jinan bi greva xwe xwest ku saetên wan a kar dakevin 8 saetan û heqdestekî wekîhev bistînin.

Lê belê di encama grevê de kargeha jinan hat şewitandin û bi qasî 100 jinî di encam vê bûyerê de mirin.

Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabe pejirandin jî têkoşîna birêxistinî ya ji bo mafên jinan, salên 1900î dest pê dike.

Sala 1903yan li Amerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Koalîsyona Sendîkayên Jinan" hat sazkirin.

jinên sosyalîst yekşema dawî ya sala 1908an li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêk anî.

Her wiha ev roj wekî yekem xwepêşandana "roja jinan" tê pejirandin.

Li Amerîkayê ji bo lêgerîna jinan a ji bo mafên xwe, sala 1909an bi beşdariya 2 hezar kesan xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20-30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî dest pê kir.

Karkerên jin, di greva xwe dixwest ku şertûmercên xebata wan werin başkirin û heqdestekî baş bistînin.

Koalîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da.

Têkoşîna Jinên Amerîkayî bandor li jinên Ewropayê jî kiriye.

Sala 1910an li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navneteweyî ya Duduyan hat lidarxistin.

Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan a cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hat pejirandin.

Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehat diyarkirin, yekem Roja Jinan a Cîhanî 19 Adara 1911an li Almanya, Awistralya û Danîmarkayê hat pîrozkirin.

Giringiya vê rojê ew bû ku paşayê Prusyayê sala 1848an hin reform mohr kiribûn û li gorî van reforman jinan dê karîba mafên xwe yên dengdanê bi kar bînin.

Lê belê ev reform nehat pêkanîn.

Pîrozkirina 8 Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanî jî sala 1972yan bi rêxistineke mezin a bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê dest pê kir.

Piştî ku Neteweyên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985an wekî "Deh Sala Jinên Neteweyên Yekbûyî" îlan kir, 16 Kanûna Pêşîna 1977an jî 8 Adarê wekî "Roja Jinan a Cîhanî " îlan kir ku were pîrozkirin.

Salên piştî vê welatên endamên Neteweyên Yekbûyî 8 Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanî pîroz kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst