Nêçîrvan Barzanî Donald Trump pîroz kir

2 demjimêr berê
Neçîrvan Barzanî û Donald Trump  / Wêne: Arşîv
Neçîrvan Barzanî û Donald Trump / Wêne: Arşîv
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Donald Trump Pîrozkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Donald Trump pîroz kir.

Xelkê Amerîkayê çû ser sindoqan û di navbera Donald Trump û Kamala Harrisê de tercîha xwe kir.

Heta niha 267 delegeyên Donald Trump û 224 delegeyên Kamala Harrisê hene û namzedê ku 270 delegeyî bistîne dê bi ser bikeve.

Donald Trump di weşana zindî de serkeftina xwe bi gotinên, “Ez bûm serokê 47an, ez spasiya gelê Amerîkayê dikim” ragihand.

“Ez Serok Donald Trump ji dil û can pîroz dikim”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî van encaman bi rêya hesabê xwe yê Xê Donald Trump pîroz kir:

“Ez ji bo serkeftina wan a hilbijartinê Serok Donald Trump û alîkarê wî JD Vance ji dil û can pîroz dikim.

Ez ne bi çavekî, bi çar çavan li hêviyê me ku em şirîkatiya xwe bihêztir bikin û em ji bo kûrkirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê, Îraqê û Amerîkayê bi hev re bixebitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst