Li Deriyê Sînorî yê Xaburê 345 kîlo madeyên hişbir hatin girtin

08-02-2024
RÛDAW
Nîşan Madeyên Hişbir Deriyê Sînorî yê Xaburê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Xaburê 345 kîlogram madeyên hişbir metamfetamîna şil ji aliyê nobedarên gumrikê yên girêdayî Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ve hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê ve hat dayîn, li Deriyê Sînorî yê Xaburê ku dikeve navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê otomobîlek dema ku dixwest derbasî nav axa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bibe li ser gumanan di nav otomobîlê de dest bi pişkinîna hûr hatiye kirin.

Di nav barê otomobîlê de 345 kîlogram madeyên hişber ê bi navê metamfetamîna şil ku nirxê xwe bi qasî 655 milyon lîreyên Tirkî ye hatin girtin.

Kesên gumanbar ên ku dixwestin wî barî derbas bikin hatine desteserkirin.

Derbarê bûyerê de Serdozgeriya Komarê ya Silopyayê lêpirsîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst