Rêyeke nû ya qaçaxçitiya madeyên hişbir: Zikê çêlekan

02-03-2024
RÛDAW
Rêyeke nû ya qaçaxçitiya madeyên hişbir: Zikê çêlekan
Rêyeke nû ya qaçaxçitiya madeyên hişbir: Zikê çêlekan
Nîşan Madeyên Hişbir Îraq Çêlek
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê rêyeke din a sosret ji bo bazirganiya madeyên hişbir hatiye dîtin ku ew jî şandina madeyan di zikê ajelan de ye.

Di tariya şevê de 40 hezar hebên kaptagon ji zikê çêlekeke reş û spî hatin derxistin.

Birêveberê Rûbirûbûna Madeyên Hişbir ê Enbarê Ekrem Meşan Tirkî got:

“Bi rêya çavdêrîkirina torên girîngîpêdana bazirganiya madeyên hişbir li parêzgeha Enbarê, me bi operasyoneke îstixbaratî karekî nawaze yê bazirganiya madeyên hişbir pûç kiriye.

Madeyên hişbir xistine zikê ajelan, me dest danî ser çêlekekê ku 40 hezar hebên kaptagonê di zikê wê de bûn.”

Cureyên madeyên hişbir ên herî diyar li Îraqê krîstal, heşîş û hebên kaptagonê ne.

Krîstal zêdetir li parêzgehên başûrê Îraqê belav bûye û çavkanî jî Îran e.

Heşîş li parêzgehên başûrê Îraqê zêdetir e û çavkanî Îran û Efxanistan in.

Hebên kaptagonê jî zêdetir li parêzgehên rojavayê Îraqê belav bûne ku çavkanî Sûriye ye.

Çêlek li xaniyekî navçeya Qaîmeyê yê parêzgeha Enbarê hat girtin.

Ev ne cara yekem e ku ew grûp bi vî awayî madeyên hişbir vediguhêze.

Bazirganê madeyên hişbir got:

“Min kesek nas kir, ji min xwest wî karî pê re bikim, got tu digihînî Qaîmê û ez jî li wê derê werdigirim.

Car yekem hezar û cara duyem 10 hezar hebên kaptagonê bûn, cara sêyem jî 40 hezar heb bûn.”

“Di nav de çêlekek heye”

Bazirganê madeyên hişbir herwiha anî ziman:

“Ez bi qaçaxî pez ji welatên cîran tînin. Bavê min ji min re got mîh û bizin ji me re tên û di nav de çêlekek heye, min jî wergirt.

Piştre got kesek tê û wê çêlekê bide wî, loma min jî çêlek da wî kesî, di wê demê de hêzên ewlehiyê bi ser me de girt û em desteser kirin.”

Sala 2020an zêdetirî 7 hezar û 500 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir li Îraqê hatin desteserkirin, sala 2021ê hejmar zêde bû û gihîşte 12 hezar û 800 bazirgan û bikarhêneran.

Berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê Mîqdat Mîrî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku sala derbasbûyî zêdetirî 19 hezar kes bi tohmeta bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir hatine desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst