Li Deriyê Sînorî yê Xabûrê 850 kîlo madeyên hişbir hatin girtin

28-03-2024
RÛDAW
Nîşan Madeyên Hişbir Deriyê Sînorî yê Xabûrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deriyê Sînorî yê Xabûrê yê navbera Bakur û Herêma Kurdistanê di barhilgirekê de dest bi ser 850 kîlogram madeyên hişbir de hat girtin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê tîmên Parastina Gumrikê îro li Deriyê Sînorî yê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl) di çarçoveya rûbirûbûna tawanên narkotîk de dema ku pişkînina barhilgiran dikirine di barhilgirekê de 850 kîlogram madeyên hişbir dîtine.

Li gorî zanyariyan madeyên hişbir di nav kelûpelên hundirê barhilgirê de hatibûn veşartin.

Çavkaniyekî taybet ku li Deriyê Xabûrê kar dike, derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û ragihand ku barhilgira madeyên hişbir tê de hatiye girtin, li Îraqê madeya kûkûrtê hilgirtiye.

Çavkaniyê Rûdawê da zanîn ku hêzên ewlehiyê îro di barhilgirekê de derdora 900 kîlogram eroîn dibînin û dest bi ser de digirin.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku ew barhilgira madeyên hişbir tê de hatiye girtin bi plakaya Tirkiyeyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst