Stenbol: Madeyên hişbir xistin nav îsotan

25-02-2024
RÛDAW
Nîşan Madeyên Hişbir Stenbol Îsot
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê di nav îsotan de madeyên hişbir hatin dîtin.

Li Tirkiyeyê bikaranîn û bazirganiya madeyên hişbir her ku diçe zêdetir dibe.

Bazirganên madeyên hişbir jî ji bo veguhastinê serî li rê û rêbazên cuda didin.

Li gorî zanyariyan roja şemiyê Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê li navçeya Sariyera Stenbolê li ser gumanê otomobîlek rawestand.

Piştî lêgerînên di nav otomobîlê de kîsekî tijî îsot dît.

Hêzên ewlehiyê dema beşek ji wan îsotan qelaştin, dîtin ku di nav her yekî ji wan de 31 gram ji cureyên cuda yên madeyên hişbir hatine danîn ku ji bo firotinê amade bûn.

Hêzên ewlehiyê dest danî ser madeyên hişbir û 8 hezar û 360 lîreyên Tirkî yên di otomobîlê de.

Şofêrê otomobîlê A.S. jî bi tohmeta berhemanîn û bazirganiya madeyên hişbir hat desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê kesê navborî piştî karûbarên îfadeyê bir dadgehê û ew bi biryara dadgehê hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst