ŞINGAL – 48 sal in cadeyên Til Qesebê nehatine nûjenkirin

08-01-2024
Edla Bekir
Komelgeha Til Qesebê
Komelgeha Til Qesebê
Nîşan Til Qeseb Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li komelgeha Til Qesebê ya Şingalê hema bêje hemû cade xira bûne.

Welatiyan gilî kir û got, “Ev 48 sal in cadeyên me xira bûyî ne. Xelk dia dike bila baran bibare, em ji ber heriyê dia dikin bila nebare.”

Aliyên pêwendîdar dibêje ji bo çêkirina cadeyên Til Qesebê bernameya wan heye.

Zêdetirî 30 kilometreyan cade li komelgeha Til Qesebê hene ku ji wê tenê 7 km hatine çêkirin.

Nîştecihên Til Qesebê bi derfetên xwe pêşiya mala xwe çêdikin.

“Ev bûye karê me”

Nîştecihê komelgehê Îlyaz Reşo jî bi derfetên xwe pêşiya mala xwe çêdike.

Reşo ji Rûdawê re axivî û got:

“Em gelekî zehmetiyan dibînin. Ev 2 – 3 care ez bi destê xwe vê rêyê çêdikim. Ez ji derdor axê kom dikim û dirijînim vir lê her ku dibe zivistan xira dibe.

Beriya fermanê jî wisa bû, çê nakin. Ev bûye karê me. Rêya me xira dibe û em bi derfetên xwe çê dikin.”

Welatiyan diyar kir ku ev 48 sal in ew di vê rewşê de ne, her ku dibe zivistan zehmetiyên zêdetir dibînin û ew hatine paşguhkirin.

“48 sal in nehatine nûjenkirin”

Welatî Haydar Xwedêda jî got:

“Ev 48 sal in em di nava vê heriyê de ne. Em dikin nakin hikûmetek nayê ji me re çênake. Eger ferman hebe cadeyên Şingalê çêdikin lê yên me çênakin.

Em di nava heriyê de ne. Çima çênakin em nizanin. Xelk dia dike dibêje ‘ya rebî baran bê’, em dibêjin ya rebî bila neyê. Lingên zarokên me dibin herî û bi wê heriyê ve diçin dibistanê.”

Şaredarê Qeyrewanê Ehmed Îbrahîm jî got:

“Ji bo çêkirin û zêdekirina cadeyên Til Qesebê biryar hatiye dayîn. Di qonaxa bê de eger proje were bicihkirin dê cadeyên Til Qesebê bi giştî bêne çêkirin.”

Komelgeha Til Qesebê ser bi şaredariya Qeyrewanê ve ye.

Sala 1975an, ji gelek gundan welatî veguhastine Til Qesebê û ji wê rojê ve cade nehatine nûjenkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst