Rawestê li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê rapirsiyeke berfireh a hilbijartinên serokkomariyê kir

07-05-2023
RÛDAW
Nîşan Rawest Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya lêkolînan a Rawestê ku navenda wê li Amedê ye ragihand ku wan li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê rapirsiyeke berfireh kiriye û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu di tûra yekemîn de ji sedî 62,4 ê dengan bi dest dixe.

Rawestê encamên rapirsiya xwe ya ku di navbera 21-29ê Nîsanê de li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê kiriye li ser malpera xwe belav kir.

Di rapirsiya ku bi 5 hezar û 979 kesan re rû bi rû hevdîtin hatine kirin û navçeyên 4 parêzgehan jî di nav de ne, dengên Kiliçdaroglu û berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan dane berhev.

Li gorî rapirsiyê piştî ku kesên bêbiryar jî hatine belavkirin encamên tûra yekem û duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê hatin bi dest xistin. Di nav 4 parêzgehan de bi rêjeya ji sedî 57ê dengan Recep Tayyîp Erdogan herî zêde li Rihayê deng wergirtin. Kemal Kiliçdaroglu jî her zêdî ji %76,3 li Amedê deng wergirtine.

Li aliyê din li gorî encamên rapirsiyê, piştî ku kesên bêbiryar hatin belavkirin Kiliçdaroglu di tûra yekem de li Amed, Mêrdîn, Riha û Wanê 62,4 û Erdogan jî 34,5 dengan bi dest dixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst