Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser biryarek li ser baca dermanan da ku dê di encamê de derman erzantir bibin.
Di serdema rejîma Beşar Esed de, hêzên Firqeya Çarem a artêşa Sûriyeyê li ser her metre sêca dermanan baceke 450 dolarî distend û vê yekê derman biha dikirin.
Alîkarê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Cîhad Mihemed got:
"Me biryar da ku baca bilind a li ser dermanan were kêmkirin.
Berê Firqeya Çarem ji bo her metre sêca dermanekî 450 dolar werdigirt û ev yek ji bo welatiyan gelekî giran bû."
Li gorî biryara nû ya Desteya Tenduristiyê, baca ji sedî 28 hatiye rakirin û dê tenê baca ji sedî 10 were standin.
Ev biryar dê heta 1ê Nîsana 2024an berdewam bike û piştre dê were nirxandin.
Rêjeya qezenca dermansazan jî wekî berê ji sedî 25 dimîne.
Ji salên 2019an heta rûxîna rejîma Beşar Esed, Firqeya Çarem li pêşiya gihandina dermanan ji bo Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê astengî derxistibû.
Ji ber van astengiyan derman gelekî biha bûbûn û vê yekê bargiraniyek li ser welatiyan çêdikir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse