ROJAVA - 22 partî û rêxistinan hevpeymaniyek ava kir

21-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hilbijartinên Şaredariyan Rêveberiya Xweser Tifaqa Gelan û Jinan a ji bo Azadiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê 22 partî û rêxistinên cuda hevpeymaniyek ji bo hilbijartinên şaredariyan pêk anîn.

Nûner û berpirsên 22 partî û rêxistinên jinan civîneke çapemeniyê li dar xist û wan avakirina hevpeymaniya bi navê “Tifaqa Gelan û Jinan a ji bo Azadiyê” ragihand.

Li gorî daxuyaniyê, ew hevpeymanî  ji partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan bi hemû pêkhateyên xwe yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Ermenî pêk tê.

“Tifaqa Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” dê 11ê Hezîrana 2024an beşdarî hilbijartinên şaredariyan ên Rêveberiya Xweser bibe.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Tifaqa me dê bi hemû îmkanên xwe ber bi rastiya xizmetguzariya pêşketî ya ku li ser esasê avakirina civakeke azad, demokratîk, ekolojîk a bi pêşengiya jinê hatiye avakirin û her tiştê ku rê li ber xwerêveberî, aboriya civakê vedike, xurtir bike.

Tifaqa me dê jîngeheke saxlem ava bike.

Em dê ji bo pêşxistina şaredariyên demokratîk û pêşxistina rastiya xizmetguzariyê ji bo gelê xwe li dijî hemû hewldanan bisekinin.”

Partî û rêxistinan îmze kirine ev in:

 - Partiya Yekitiya Demokrat (PYD)

 - Kongra Star

 - Partiya Sûriya Pêşerojê

 - Kombûna Jinan a Zenûbiya

 -Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê (Partî)

 - Partiya Demokrat a Kurd a Sûriyeyê.

 - Partiya Muhafazkaran

 - Partiya Yekitiya Suryan

 - Partiya Çep a Kurd a Sûriyeyê

 -Tevgera Çep a Şoreşger a Sûriyeyê

 - Heyeta Nîştimanî ya Erebî

 - Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyeyê

 - Partiya Asûrî ya Demokrat

 -Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriye

 - Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê

 - Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

 - Partiya Demokrat a Kurdistanê - Rojavayê Kurdistanê

 - Yekitiya Êzîdiyên Sûriyeyê.

 - Meclisa Ermenî

 - Tevgera Dadweriya Sivîl

 -Partiya Mîtînga Netewî ya Kurdistanê

 -Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokrat a Sûriyeyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst