MELETÎ - Tê çaverêkirin 6 hezar ton kartol were berhemanîn

06-11-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Kartol
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Darendeyê yê parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê ku salên dawî dest bi çandina kartolan hatiye kirin îsal tê çaverêkirin 6 hezar ton kartol bê berhemanîn.

Xwediyê kompanyaya tovan Îlhami Bengî diyar kir ku berhemanîna ku wan bi hezar û 500 tonan dest pê kir, di demsala îsal de gihîşte 6 hezar tonan ku ev berhem ji derveyî welat û bazara navxwe re têne firotin.

Erdên kartolan li navçeya Darendeyê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê berfireh in.

Li Darendeya ku salên dawî dest bi çandina kartolan hatiye kirin îsal tê çaverêkirin 6 hezar ton kartol bê berhemanîn.

“Di demsala îsal de gihişte 6 hezar tonan”

Xwediyê kompanyaya tovan Îlhami Bengî anî ziman:

“Berhemanîna ku me bi hezar û 500 tonan dest pê kir, di demsala îsal de gihişte 6 hezar tonan.

Berhemê ku li vê derê têne berhemanîn ji derveyî welat û bazar navxwe re têne firotin.

Cotkarên ku em tovên li vê derê têne berhemanîn ji wan re dişînin gelekî jê razî ne.”

Li Darendeyê piştî sala 2016an erdên kartolan sal bi sal zêdetir dibin.

Cotkar Hakan Gokçe jî got:

“Me destpêkê weke ceribandinê 300 dekar çand. Niha me li ser 2 hezar û 500, 3 hezar dekar erd kartol çandine. Em îsal memnûn in, em ji dahata wê jî memnûn in.”

Parêzgeha Meletiyê navendeke girîng a çandiniyê ye û berhema herî girîng a bajêr qeysî ye.

Li Meletiyê 425 hezar û 450 hektar erdên çandiniyê hene û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane ji sedî 55ê qeysiyên şil û ji sedî 85ê qeysiyên hişk li vê parêzgehê têne berhemanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst