Li Meletiyê 97 hezar kes di konteyneran de dijîn

06-08-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej Konteyner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, 97 hezar û 421 mexdûrên erdhejê di konteyneran de dijîn.

Di ser erdhejên 6ê sibatê yên Mereşê re 6 meh derbas bûn.

Li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 3 parêzgehên Tirkiyeyê ku erdhej li wan çêbû heta niha bi sed hezaran kes di konbajar û konteyneran de dijîn.

Li navenda Meletiyê û navçeyên wê, 75 hezar û 936 mexdûrên erdhejê ku xaniyên wan hilweşiyan û zerar dît di 20 hezar û 905 konteynerên ku li 62 cihên cuda hatine danîn de jiyana xwe berdewam dikin.

21 hezar û 485 mexdûrên erdhejê jî di 6 hezar û 174 konteynerên ku li gund û herêmên bejahî hatine danîn de dimînin.

Li gor plana hikûmeta Tirkiyeyê ya ragihandî, piştî erdhejê divê di nav salekê de xaniyên mexdûrên erdhejê bêne temamkirin.

Di erdhejên 6ê Sibatê de li Meletiyê hezar û 400 kesan canê xwe ji dest da û 300 hezar kesan jî ji bajêr koç kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst