Rayedarekî Hemasê: Me alîkariya jina Êzidî kir

-1 xulek berê
RÛDAW
Fewziya Emîn Seydo / Wêne: Ji dîmenan
Fewziya Emîn Seydo / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Fewziya Emîn Seydo Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Bûroya Siyasî ya Hemasê Xazî Hemed ragihand ku ku wan alîkariya jina Kurd a Êzidî Fewziya Emîn Seydo kiriye û red kir ku ew ji aliyê Îsraîlê ve hatibe rizgarkirin.

Fewziya Emîn Seydo beriya 10 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û çekdarên DAIŞê ew biribûn Xezeyê.

Fewziya Emîn Seydo beriya 4 rojan ji Xezeyê vegeriya Şingalê, nava malbata xwe.

Hikûmeta li Xezeyê li ser rizgarbûna Fewziya Emînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku jina Kurd a Êzidî piştî mirina kesê ku ew biriye Xezeyê ji hikûmeta Xezeyê xwestiye ku alîkariya wê bikin da ku vegera nava malbata xwe.

Artêşa Îsraîlê li ser rizgarbûna Fewziye Emîn Seydoyê daxuyaniyek belav kiribû.

Li gorî gotina artêşa Îsraîlê Fewziya Emîn Seydo ji aliyê çekdarekî Hemasê yê berê ku pêwendiya wî bi DAIŞê re hebû wekî dîl hatibû girtin.

Artêşa Îsraîlê amaje bi wê yekê kiribû ku jina Kurd a Êzidî ji destê Hemasê hatiye rizgarkirin û radestî malbata wê ya li Îraqê hatiye kirin.  

Endamê Bûroya Siyasî ya Hemasê Xazî Hemed bû mêvanê bultena Rûdawê behsa vê mijarê û şerê Hemas û Îsraîlê kir

“Îsraîl dixwaze şer bidomîne”

Xazî Hemed diyar kir ku Îsraîl bi biryar e ku şer bidomîne û got:

“Xelkê Filistînê teslîm nabe. Bedêla wê çi qasî giran be jî em dê dest ji berxwedanê bernedin.

Niyeta dewleta dagirker eşkere ye, dixwaze şer berfireh bike. Îsraîl gefên xwe yên li hemberî Îran, Yemen, Îraq, Sûriye û Libnanê didomîne.

Komkujiyên li Xezeyê dewam dikin. Loma jî ev welatekî dîn û bê kontrol e, dewleteke bê hiqûq e.

Ew tenê dixwaze bikuje û bikuje. Dixwaze îspat bike ku ew hêzek e ku kes nikare li hemberî wê li ber xwe bide.

Mixabin, Amerîka di warê çek, siyasî û lojîstîkî de piştgiriya bêsînor dide wê.

Îsraîl çavkaniya hemû pirsgirêk û bêîstîqrarê ye. Bi çavê xwe dibînin ku her roj zarok tên kuştin lê li welatê xwe ala Îsraîlê li ba dikin.

Ez bangî hemû welatan dikim ku dawî li têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re bînin û ji bo pêşîgirtina li sûc, her cure xerabî, zext û binpêkirina qanûnên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn ev dewleta dijminkar bisekine.”

“Çîroka Îsraîlê derew e û dixwaze rûye xwe spî bike”

Xazî Hemed daxuyaniyên Îsraîl red kir ku wan Fewziya Emîn Seydo rizger kiribe û got:

“Me di asta herî bilind de alîkariya keça Êzidî kir. Tiştê ku Îsraîl dibêje derew e.

Hûn baş dizanin ku dijmin Îsraîl piştî hemû tawan û qetlîamên ku li dijî jin û zarokên Filistînî kiriye, hewl dide her çîrokek ji bo berjewendiya xwe bi kar bîne da ku rûyê xwe spî bike.

Her wiha bi hezaran xanî, bi dehan nexweşxane û bi sedan saziyên hikûmetê wêran kirin.

Ji ber vê yekê ew ji her tiştî sûd werdigire û hewl dide ku çîrokek sexte vebêje da ku rûyê xwe yê gemar xweş bike.

Di vê çarçoveyê de hewl dide ji bo xwe serkeftinê bi dest bixe lê diyar e ku çîrok derew e û dûrî rastiyê ye.

Ez 5 salan li Wezareta Geşepêdana Civakî misteşar bûm, min li wezaretê ev keçik nas kir û ez çîroka wê baş dizanim.

Min piştî ku zanî ew gihîştiye Xezeyê, me her cûre alîkarî û piştgirî da wî da ku ew mala xwe di nav zarokên xwe de bijî.

Ew pir azad bû, bi îradeya xwe bixwesta dikaribû biçe her derê. Bi ti awayî nehat desteserkirin. Bi ti awayî ti astengî li ber nebûn.

Weke ku min got, ez her tim bi wê re eleqeder dibûm û pêwendiyên min bi xêrxwazên li Xezeyê re jî hebûn.

Bi vî awayî hemû pêdiviyên wê dihatin bicihanîn. Me ew wekî zaroka xwe didît û jê re rêza min hebû.

Hewl dida vegere Îraqê. Me bi aliyên pêwendîdar ên Misirê re hewl da ku wê bi rêya Deriyê Sînorî yê Refehê ji Xezeyê derxin û di ser Misrê re derbasî Îraqê bibe.

Lê ji ber nebûna belge û pasaportên pejirandî, pêkanîna vê yekê gelekî zehmet bû.

Me gelek bi ciddî hewl dida ku wê vegerînin li malbat û xizmên wê yên li Îraqê.

Me her rê û rêbazan ceriband lê rewşa aloz a Xezeyê rê nedida me.

Bi kurtasî tişta ku dijminê siyonîst belav dike çîrokeke tijî derew e.

Ji ber ku keçik li Xezeyê jiyaneke pir normal dijiya.

Îsraîl bi t awayî operasyonek ji bo rizgarkirina wî yan başkirina rewşa wî nekiriye.

Wekî min got wê jiyaneke normal û xwezayî dijiya û ew li cem xizmên mêrê xwe dijiya.

Me rewşa wî dişopand û haya me jê hebû.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst