CHPyê bangî Wezareta Perwerdeyê kir: Li Rihayê dibistan pîs in!

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan CHP Riha Dibistan Pîsbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê rêxistina Rihayê ya CHPyê bi dîmen û peyamekê ragihand ku li parêzgehê pirsgirêka pîsbûna dibistanan berdewam dike û bangî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê kir.

Serokê rêxistina Rihayê ya CHPyê Ferhat Karadag li ser pîsbûna dibistanan axivî.

Ferhat Karadag di peyama xwe de anî ziman:

“Ev der dibistana Toki Battani ya li navçeya Pira Reş, taxa Seyrantepeyê ye.

Wekî hûn dibînin bûye hêlîna gilêşê. Mamoste û xwendekar dê çawa li vê derê perwerdeyê bidin û bibînin?

Gelo Wezareta Perwerdeyê û rêveberiya perwerdeyê ya parêzgehê dê ji van dîmenan şerm bikin?

Bawer nakim. Wekî ku naveroka perwerdeyê vala kirin, dibistan jî kirine zibilxane. Xwelî li serê we be.”

Beriya demekê mijara paqijkirina dibistanan ketibû rojeva Tirkiyeyê û CHPyê nerazîbûna xwe diyar kiribû.

Her çi qasî Wezareta Perwerdeyê ragihandibû ku 30 hezar kes ji bo vî karî hatine erkdarkirin jî pirsgirêk berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst