YPJyê nasnameya fermandarekê eşkere kir

1 demjimêr berê
Nîşan YPJ Fermandar Jînda Cûdî Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ragihand ku fermandar Jînda Cûdiyê canê xwe ji dest daye.

YPJyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û got:

“Hevrê û fermandara me Jînda Cudî li ser rêka Amûdê û Qamişloyê ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker ve hat armanckirin.”

Li gorî daxuyaniyê, şervanê bi navê Salih Xelîl jî di heman êrişê de canê xwe ji dest daye.

YPJyê da zanîn ku Jînda Cûdî û Salih Xelîl 3yê Tîrmeha 2024an canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameya Jînda Cûdiyê bi vî rengî ne:

Jînda Cûdî: Navê wê yê fermî Xezal (Hazal) Belge ye û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.

Li hêla din, YPJyê diyar kir ku bavê wê (Yusuf Belge) û du birayên wê (Firas û Rizgar) dema şervan bûne canê xwe ji dest daye.

Her wiha Jînda Cûdî sala 2003yan tevî refên gerîlayan bûye û li gelek herêmên cuda yên Kurdistanê xebat meşandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst