SEMSÛR - Jina 77 salî winda bûbû: Çi bi serê wê hat?

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ayşe Fatma Kaya Windabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê Ayşe Fatma Kayaya 77 salî ya ku 3 roj winda bû hat dîtin.

Hevjînê Ayşe Fatma Kayaya 77 salî ragihandibû ku hevjîna wî berî 3 rojan ji malê derketiye û careke din venegeriyaye.

Li ser vê yekê tîmên ewlehiyê agahdar kiriye û dest bi lêgerînê hatiye kirin.

Tîmên lêgerînê li herêmên çiyayî heta îro jî kar û xebatên xwe berdewam kirin.

Îro hat ragihandin ku Ayşe Fatma Kayaya 77 salî ji aliyê şivanan ve hatiye dîtin.

Şivanan pîra 77 salî biriye Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.

Li gorî zanyariyan rewşa tenduristiyê ya Ayşe Fatma Kayayê baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst