Artêşa Îsraîlê li ser rizgarkirina jina Kurd a Ezidî daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fewziya Emîn Seydo Îsraîl Hemas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan Jina Kurd a Êzidî ya bi navê Fewziya Emîn Seydoyê li Xezeyê rizgar kiriye.

Her wiha Şêrwirmendê Serokwezîrê Îraqê jî got wan Fewziyayê cara yekem li ser ekranên Rûdawê dîtiye.

Jina Kurd a Êzidî ya bi navê Fewziya Emîn Seydoya 21 piştî zêdetirî 10 salan di ser revandina wê re ya ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, li Xezeyê hat rizgarkirin û radestî xizmên wê hat kirin.

Fewziya Emîn Seydo ji nahiyeya Giruzêrê ya navçeya Beacê ye parêzgeha Nînowayê ye.

"Îspata pêwendiya di navbera Hemas û DAIŞê de ye"

Artêşa Îsraîlê li ser rizgarkirina jina Kurd daxunaiyek belav kir û tê de wiha got:

"Piştî ku zêdetir ji deh salan li Xezeyê dihat girtin, jineke Êzidî ya 21 salî ku di destê terorîstekî Hemasê yê ser bi DAIŞê de bû hat rizgarkirin û vegeriya nava malbeta xwe ya li Îraqê.

Di operasyoneke ku ji aliyê IDF ve hat kordînekirin û bi pêşengiya hêzên Îsraîlê, Konsulxaneya Amerîkayê ya Qudsê û aktorên din ên navneteweyî, Fewziya Emîn Seydo ji dîlgirtinê hat rizgarkirin û vegeriya Îraqê.

Fewziya di 11 saliya xwe de ji aliyê DAIŞê ve hat firotin ji bo terorîstekî Hemasê yê li Xezeyê, ku tê gumankirin di êrîşên Artêşa Îsraîlê de hatiye kuştin.

Ew ber bi veşartgehekê ve reviya ku tê de ew di Xaçerêya Kerem Şalom de bi mîsyoneke nihênî hate rizgarkirin.

Ev jî îspata pêwendiya di navbera Hemas û DAIŞê de ye û her wiha îspata tawanên dijî mirovatiyê yên rêxistina terorîst a li Xezayê ye.

Em fê ji bo jiholêrakirina rêxistina terorê Hamas-DAIŞ û azadkirina hemû dîlên di esareta Hamasê de tev bigerin."

"Me cara yekem wê li ser ekranên Rûdawê dît"

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

Yekem car bi rêya ekranên Rûdawê me cihê keça Êzidî ya revandî li Xezeyê bi dest xist, dema derket ser ekranên Rûdawê û got ew Êzdî ye û li Xezeyê ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst