PWK: Êrişên li ser Kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahiyê ne

06-08-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Nivîsên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li hemberî jêbirîna nivîsên Kurdî nerazîbûn nîşan da û got, “Êrişên li ser zimanê Kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahiyê ye.”

Li Bakurê Kurdistanê hinek şaredarîyên bajar û navçeyan, ji bo alîkarî û balkêşîya hemwelatîyan, hinek hişyariyê trafîkê bi Kurdî li ser cedeyan nivîsandin.

Lê hinek kesên nediyar û bi biryara parêzgariyên bajaran û ew nivîsên bi Kurdî tên jêbirin.

PWKyê li hemberî vê yekê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe nîşan da.

PWKyê bi bîr xist ku ji ber ku li dijî vê helwesta Parêzgariya Amedê derketibû û mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî parastibû derbarê Mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî jî lêkolîna yasayî hatibû destpêkirin, serdozgeriyê îfadeya wî wergirtiye û got:

“Li Amedê, wan nivîsên ku parêzgariya Amedê reş kiribû, şaredarîyê dubare ew nivîs nivîsandin lê parêzgariya Amedê dîsa nivîs reş kirin.

Cîhê balêye ku, Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku TRT-KURDÎ, dersa bijarte ya Kurdî û li çend zanîngehan beşên zimanê û edebiyata Kurdî dabû destpê kirin, niha rê dide ku walîtêyên hinek bajaran êrişên bi vî rengî bîben ser zimanê Kurdî.

“Ti êriş û ceza dê nikaribe me ji lêxwedîlêderketina zimanê xwe dûr bixe”

Bêgûman dê t êriş û ceza nikaribe, me ji lêxwedîlêderketina zimanê xwe dûr bixe.

Em jêbirin û reşkirina nivîsên Kurdî yên ji bo hişyarîya trafîkê, lêkolîna yasayî ya di derbarê Prof. Dr. Cenap Ekîncî û hemû êriş û neheqîyên li ser zimanê Kurdî protesto û şermezar dikin.

Em bangî miletê Kurd dikin da ku bi Kurdî biaxivin, Kurdî fêr bibin, Kurdî bikin zimanê jiyanê!

Em bangî hemû şaredarîyên li Bakurê Kurdistanê dikin da ku zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirmackî/Zazakî) bikin zimanê duyem ê şaredariyan û navên Kurdî yên hemû  bajar, navçe û herêman li gel navên bi Tirkî bi kar bînin.

“Bila hemû baroyên Bakurê Kurdistanê dozan vekin”

Em bangî hemû baroyên li Bakurê Kurdistanê dikin ku di derbarê van êrişên li ser zimanê Kurdî dozan vekin û di qada navneteweyî de jî ji bo ku dewleta Tirkiyeyê li gorî wan peymanên ku îmze kiriye tevbigere, hemû hewlên pêwîst bi cih bînin.

Belê, êrişên li ser zimanê Kurdî tawaneke li dijî pîvanên mirovahiyê ye.

Zimanê me rûmeta me ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst