PWK: Werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ji bo hilbijartinên şaredariyên 31ê Adara 2024an got, “Werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin û bajarên xwe bi hev re îdare bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 31ê Adara 2024an hilbijartinên şaredariyan bên kirin.

PWKyê ji bo hilbijartinan bangî partiyên siyasî, sendîqa, dezgehên sivîl ên civakî û kesayetên di nava civata Kurd de bi bandor in kir û got:

“Li gel liberçavgirtina hemû tecrûbeyên heta niha yên di warê hilbijartinên şaredariyan de, divê em bi awayekî nû û nexşerêyeke taybet, xwe ji bo hilbijartinan amade bikin.”

“Dikare civîneke berfierih bê amadekirin”

PWKyê diyar kir ku bi wê armanca, ew dikarin li Bakurê Kurdistanê, li hemû parêzgeh, navçe û bajarokan namzedên serokê şaradaran û namzedên meclîsên şaredaran diyar bikin û got:

“Ji bo tespîtkirina nexşerêyeke rasteqîn û berhemdar, divê em ji niha ve û bêyî ku em bi derengî bixin, li hemû bajar, qeza, bajarokên Bakurê Kurdistanê ku wê hilbijartin lê çê bibin, civînan pêk bînin.

Bi vê armancê, wek gava pêşî em dikarin ji Amedê dest pê bikin. Di vê çarçoveyê de, li gorî nexşerêya ku bê tespîtkirin ev dikare li hemû wîlayetên Bakurê Kurdistanê pêk were.

Wekî destpêkê, bi banga ‘Platforma Piştgirî û Parastina Şaristanê ya Amedê’ dikare civîneke berfierih bê amadekirin.

Divê ji bo vê civînê, nûnerên partî, tevger û grûbên siyasî yên li Amedê, endamên Platforma Piştgirî û Parastina Şaristanê ya Amadê, hemû dezgehên sivîl û meslekî, yên civakî û girseyî yên derveyî Platforma Piştgirî û Parastina Şaristanê, komeleyên mehelî, sendîqa, kesayetên civakî yên xwedî bandor, nûnerên dezgeh û komeleyên jinan, serokên berê yên şaredarîyan, endamên encûmenên wîlayetan ên xwedî tecrûbe, perwerdekar, akademîsyen, pisporên birevebirina şaristanîyê, pisporên plan û hawirdora şaristaniyê, zanyarên dîrokî, zanyarên kultur û zimên, hiqûqnas, ekonomîst û sosyolog, bêne dawetkirin.”

Pêvajoya xebatan

PWKyê derbarê pêvajoya xebatan de jî ev pêşniyar kirin:

“Di vê civîna pêşî de, em hewl bidin ku di warê awayê tespîtkirina namzedên hevbeş de, hevbeşîyekê pêk bînin. Piştî wê, ji bo tespîtkirina taybetmendîyên namzetan, çerçeweya siyasî ya hevbeş û prensîbên birêvebirinê, em dikarin biryarê bidin ku piştî 7 rojan civîna duyem amade bikin.

Di civîna duyem de, divê em hewl bidin ku ji bo tespîtkirina taybetmendîyên namzedan û prensîpên ssyasî û yên birêvebirina şaredariyan de çerçoweyeke hevbeş pêk bînin.

Di civînên piştî wê de, divê bi hevbeşî namzetên berbijêrên serokên şaredarîyan, namzedên berbijêrên encûmenên wîlayet û qezayan bêne tespîtkirin.

Namzedên ku ji nav namezedên berbijêran û bi awakî hevbeşî bêne hilbijartin, dê li gorî rewşa etnîkî, olî, mezhebî, civakî û kulturî û bi awakî demokratîk, hevahengî û rêzlêgirtina maf û azadiya hemû beşên civatê, şaredariyeke pirzimanî û rasteqînî bi rê ve bibin.”

Awayê birêvebirina şaredariyan

PWK diyar dike ku divê şaredarî bi vî awayî bên birêvebirin:

“Di şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê de, divê şaredarî nasnameya Kurdî û zimanê Kurdî bi awakî resmî qebûl bikin.

Divê navê bajar, navçe û hemû cîh û warên bi Kurdî, li gel navên bi Tirkî bêne bikaranîn.

Divê şaredariyên me bi awakî çalak bixebitin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirdkî-Zazakî), mafên azadiya ramanî, olî, bawerî, xwerêxistinkirin û xweîfadekirinê di Qanûna Esasî de bê qebûlkirin û bi qanûnên pêwendîdar bê misogerkirin.

Divê cihê mezelê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîd Nûrsî û hemû kesayetên Kurd yên ku cîhê mezelê wan ne dîyar in, ji alîyê Dewleta Tirkiyeyê ve bêne eşkerekirin.

Ango di rêvebiriya şaredariyên bajarên Kurdistanê de, divê pirzimanî, pirkulturî, pirrengî, pirdengî, şefafî, xweşbînî û hevahengîya civakî bibe rêziknameya easî.

Ev dikare bibe protokola me ya siyasî ya hevbeş da ku em bikaribin bi îradeya hemû pêkhateyên Kurdistanê bingehê îdarekirina bajarên xwe ava bikin.

Divê namzetên hevbeş ên serokatiya şaredariyê ji kesên ji wî bajarî ku ji aliyê civatê ve naskirî, jê tê hezkirin, layiqî wê wezîfeyê be û bi awakî şefaf bê tespîtkirin.

Siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya tayînkirina qeyûman û destdanîna ser îradeya xelkê bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Qeyûm tunehesibandina îradeya gelê wî bajarî ye. Helbette ku mafê her partiyê ye ku bikaribe bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe lLê li gorî me, ya herî rast, pêkhateyên herî berfireh ên wî bajarî bikaribin li ser bernameyeke hevbeş namzedên xwe bi hev re tesbît bikin.

Lê eşkereye ku, di tesbîtkirina namzedên şarevaniyan de, divê ti kes namzedên ne ji wî bajarî ne û rêzê li pir zimanî, pirolî, pirmezhebî, pir kulturiya wî bajarî nagirin li ser kesî ferz nekin û divê rê vekin ku bi awayekî hevbeş, azad û demokratîk namzed bêne tesbîtkirin.

Programa xebatê, prensîbên birevebirîyê ya namzedên hevbeş û kadirên birevebir jî li gorî wan taybetmendî û kirîterên li jor hatine diyarkirin û bi awakî hevbeş divê bêne tespîtkirin.”

dikare civîneke berfierih bê amadekirin.

PWKyê da zanîn ku piştî lihevhatin û mutabaqateke bi vê bîr û bawerîyê, namzedên hevbeş dikare bi hev re bên tespîtkirin û got:

“Em dikarin hilbijartinên şaredarîyan yên 2024an bikin destpêka avakirina bingehê ‘Şertê Xweseriya Birêvebiriya Herêmî ya Ewropayê’ bi vê bîr û bawerîyê em dikarin siyaset û xebatek hilbijartinê ya berfireh û hevbeş bimeşînin û divê em bimeşînin.

Em dibêjin, werin em bi vê bîr û bawerıyê û bi hev re, di hilbijartinên şaredarîyan yên 2024an, helwestek hevbeş pêşve bibin!

Em bangî hemû dezgehên sivîl, partî, tevger û grûbên sıyasî û kesayetên qebûlbar dikin ku ji bo destpêkirina pêvajoyeke wıha em bi hev re gavê bavêjin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst