PWK: Ev nîşana nîjadperestî û dijayetiya zimanê Kurdî ye

29-07-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Govend Stranên Kurdî Nivîsên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku ew êrişên li dijî nivîs û govenden Kurdî şermezar dikin.

Li Wanê nivîsên Kurdî yên li ser kolanan ku ji bo hişyarîya ajokaran hatine nivîsandin, ji alîyê hinek kesan ve û li Amêdê jî li ser daxwaza Walîyê Amedê hatin reşkirin.

Herwiha di van çend rojên dawî de li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta stranên Kurdî û govendan gelek kes hatine desteserkirin.

PWKyê bi daxuyaniyekê ev kiryar şermezar kir û got:

“Van êrişên li ser nivîsên Kurdî û destserkirina kesên ku bi Kurdî stran gotine, nîşana nîjadperestiyê ye, nîşana bê tehemulî û dijayetîya zimanê Kurdî ye.

Em van êrîşan, helwesta Waliyê Amedê û van desteserkirinên ji bo stranên Kurdî şermezar dikin.

Em bangî rayedaran dewletê dikin da ku wan kesên ku nivîsên Kurdî xera kirine eşkere bikin, ceza bikin.

Em bangî Waliyê Amedê jî dikin da ku dev ji dijminatiya zimanê Kurdî berdin.

Her wiha em bangî rayedaran dewletê dikin da ku wan kesên ji bo govend û stranên Kurdî hatine desteserkirin demildest bêne berdan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst