Dayîk ji bo Colemêrgê hewar dikin: Em Kurd in em li dûv doza xwe ne

06-06-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Piştî girtina Hevserokê Şaredariya Colmêrgê xwepêşandan hat kirin
Piştî girtina Hevserokê Şaredariya Colmêrgê xwepêşandan hat kirin
Nîşan Şaredariya Colemêrgê Qeyûm Xwepêşandan
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Li Colemêrgê xelk piştî biryara dadgehê û cezakirina hevşaredarê bajarê xwe derket kolanan û nerazîbûna xwe derbirî.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş li Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat darizandin.

Dadgehê biryara xwe eşkere kir û 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Mehmet Siddik Akiş.

Piştî biryara dadgehê li Colemergê pevçûn û alozî di navbera xwepêşanderan û hêzên asayîşa Colemergê de derketin.

Surmê Demîr dayîkeke 76 salî ye pîştî danîna qeyum li ser şaredarîya Colemêrgê bi gopalê destê xwe daketiye kolanê û ew êdî bûye sembola çalakiyên li Colemêrgê.

“Em dev ji doza xwe bernadin”

Dayîka Kurd Surmê Demîr hawar kir û got:

“Em kurd in , em li dû doza xwe ne em biryarên wan qebûl nakin.

100 sal in em dikêşin êm dê bikêşin jî lê em dev ji doza xwe bernadin"

Hevwelatî Şacan Colemer jî got:

“Wan bi dest û heqê xwe tiştek bi dest nexistin. Niha jî diziyê dikin.

Bes e êdî diziyê nekin, diziyê nekin. Şerm û eyb e.”

Hevwelatî Mistefayê Hekarî  jî got, “Îro jî girtî birîndar hene, ew nêçîrvanên mafê insana ne.”

Gelek siyasetmedaran berê xwe da Colemêrgê

Piştî biryara dadgeha cezayê giran a Colemergê siyasetmedar Leyla zana jî di nav de gelek siyasetmedarên Kurd berê xwe da wî bajarî Bakurê Kurdistanê.

Mistefa Hekarî herwiah got:

“Leşker û polîs zilmê li xelkê me dikin. Em jî wekî partî hatine ku em îrada gelê Kurd nîşan bidin.”

Piştî helbijartinên 31ê Adarê yekem qeyûm li ser Şredariya Colemergê hat danîn.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di peyameke xwe de ragihand ku got ku ew gava yekemîn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst