Hewlêr (Rûdaw) - Suryaniyên Mêrdînê ji bo Cejna Vejînê berê xwe daye Dêra Dîrokî ya Çilşehîdanê ya ku Suryanî jê re dibêjin Dêra Mor Behnam.
Suryanî bi jin, mêr û zarokan ji bo Cejna Vejînê bi navekî din Cejna Paskalyayê kom bûne, find pê xistine û diayan dikin.
Rêûresm bi serpereştiya Metropolîtê Mêrdîn-Amedê Salîba Ozmen û serpereştiya Keşeyê Dêra Çilşehîdanê Gabriyel Akyuz hat kirin.
Li gel xwendina ayetên pirtûka Mizgîniyê (Încîl) di serî de bi Suryanî û çend zimanên din dia hatin kirin.
“Havênê van cejnan hezkirin e”
Metropolîtê Mêrdîn-Amedê Salîba Ozmen got:
“Havênê van cejnan hezkirin e. Li cih, herêm an welatê ku hezkirin, xweşbînî û aramî nebe dê xirabî û bêtehemulî zêde bibe.
Ji ber ku em van tiştan dûr bikin em xwe bi hebûn, rih û laşê xwe ji van rojan re amade dikin.”
Hevserokên DEM Partiyê, hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û gelek parlamenter û berpirsên DEM Partiyê jî berê xwe da Dêra Çilşehîdanê û wan Cejna Paskalyayê pîroz kir.
“Dixwazin li vê axê di nav aştî û aramiyê de bijîn”
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê bal kişand ser dewlemendiya çandî ya Mêrdînê û pê de çû:
“Mêrdîn yek ji wan bajarên Tirkiyeyê ye ku gel û baweriyên cuda bi hev re jiyaneke hevbeş ava kiriye.
Li Tirkiyeyê gelek gel û olên cuda dixwazin li vê axê di nav aştî û aramiyê de bijîn.”
Mêrdîn xwedî dîrokeke dewlemend û pirreng e.
Li gel hejmareke zêde ya Kurdên Misilman û Êzidî, bi niştecihên Suryan, Keldan, Ermen û Ereb û zimanên Kurdî, Erebî, Asûrî û Tirkî bajarekî bihevrejiyanê ye.
Li Bakurê Kurdistanê Suryan herî zêde li parêzgeha Mêrdînê dijîn û li ser çand û hunera bajêr bandoreke wan a diyar heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse