MÊRDÎN - Suryan ji ber ku asîmîlê bûne êdî ayînên xwe bi Tirkî jî dikin

25-12-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Mêrdîn û derdora wê 5 hezar Suryan hene
Li Mêrdîn û derdora wê 5 hezar Suryan hene
Nîşan Suryan Mêrdîn Christmasê
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Îro tekane ayîna cejna Christmasa bajarê Mêrdînê li Dêra Çilşehîdan a Suryanan bû.

Digel ku li Mêrdîn û navçeyên wê bi hezaran Suryan hene jî beşek ji zimanê ayînê Tirkî bû.

Li gorî zanayên olî yên Suryan ji ber ku piraniya Suryanan zimanê xwe ji bîr kiriye, ew ayînê ji neçarî bi Tirkî jî dikin.

“Suryanên Mêrdînê nikarin bi zimanê xwe biştexilin”

Keşeyê Dêra Çilşehîdanê Gabrîel Akyuz ji Rûdawê re got:

“Cemaeta me ya Mêrdînê gelek ji wan nikarin bi zimanê Suryanî biştexilin. Bi zimanê erebî diştexilin. Asîmîle bûne.

Ev tiştekî gelek zor e. Wextê ku cemaet kêm be, koçberî çêbe, edetên xwe, çand û hunera xwe ji bîr dkin. Ziman ji dest diçe.”

Li Mêrdîn û derdora wê 5 hezar Suryan hene

Li bajarê Mêrdînê û navçeyên wê derdora 5 hezar Suryan hene lê tenê yên derdora Midyadê bi Suryanî dizanin.

Ola wan îsewîtî zindî ye lê stûna neteweyî zimanê wan çilmisî ye.

“Ji me re mekteb û medreseyên Suryanî lazim in”

Suryana Mêrdînê Ferîda Akyuzê jî got, “Em diqehirin bes înşela hêdî hêdî ew dê zimanê xwe hîn bibin. Ku mekteb û medreseyên Suryaniyan hebin baş e. Ev ji me re lazim e.”

Welatiya Suryan Nermîn Çîlliyê da zanîn ku dayik û bavê wan bi wan re bi Suryanî neaxivîn û got:

“Bi me re  bi erebî diaxivîn. Ji ber vê yekê em hînê zimanê xwe nebûn. Ez ji Mêrdînê me lê nizanim.”

“Zarok fêrî Suryanî dibin”

Suryanê Mêrdînî Hîlal Bayruk jî got:

“Piraniya cemaetê jixwe bi Suryanî diqede. Em hîn nebûn. Derfetên me nebûn. Ji ber ku dibistanên me nînin. Lê niha zarok hemû hîn dibin.”

Suryanên bi Kurdan re mane zimanê xwe parastine

Suryanên ku bi Kurmancan re li gundan dijîn bi awayekê zimanê xwe parastine.

Lê yên di nava Ereban de mane zimanê xwe ji dest dane û zimanê wan ê rojane bûye Erebî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst